Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd kirin 2024-10-12 16:29:53 ENQERE - Di kongreya Baroya Enqereyê de endamên Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd û sosyalîst kirin.  Baroya Enqereyê kongreya xwe ya 68’emîn li Eywana Sporê ya Ataturkê li dar dixe. Kongre bi axaftinan didome. 7 namzet rikberên hev in. Di kongreyê de endamên Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên endamên Grûba Parêzerên Hemdem û Azadîxwaz (OÇAV) kirin. Parêzerên OÇAV’î dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” berz kirin. Ev yek li zora parêzerên grûba netewperest çû û êrişî parêzerên kurd û sosyalîst kirin. Endamên OÇAV’ê jî bersiva êrişê dan. Kêliyek şer di navbera grûban de qewimî û piştî her du alî jî sekan bûn, kongreyê berdewam kir.