Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin 2024-10-12 16:37:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar Aldar Xelîl anî ziman ku gelê başûrê Kurdistanê divê dengên xwe ji bo demokasiyê biavêjin sindoqan û got: “Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya rasteqîn bikin.”   Endamê Desteya Serokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl têkildarî hilbijartinên parlamentoyê yên başûrê Kurdistanê ku dê 20'ê Cotmehê pêk werin, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî.    Aldar Xelîl got baweriya wî bi gelê başûrê Kurdistanê heye ku dengê xwe bide kesên ku bikarin nûnertiya wan bikin.   'DIVÊ HILBIJARTIN BI AWAYEK DEMOKRATÎK PÊK WERIN'    Aldar Xelîl xwest hilbijartin bi awayekî demokratîk pêk werin û got: "Eger hilbijêr bi berjewendiyên teng ên kesayetî an partiyetî bi bandor bibin, hingî rê li ber demokrasiyê û pêkanîna encamên erênî yên ji bo berjewendiyên gel tê girtin."   Xelîl bal kişand ser van xalan: "Divê her hilbijêrek beriya ku dengê xwe bide, aliyên rasteqîn ên nûnertiya azadiyê dikin, nas bike. Divê nas bike kî nûnertiya çanda demokasiyê dike û kî nûnertiya welatparêziyê dike. Divê nas bike kî xizmetê pêşkêş dike û kî berjewendiyên xwe yên kesayetî yên partiyetî di ser berjewendiyên gel re digirin."   Xelîl îşaret pê kir ku gelê Başûrê Kurdistanê armanc û siyasetên hemû aliyan nas kirine û wiha domand: "Aliyê ku pêkanîna vîna gel asteng dikin, hin kes in ku ji 33 salan ve navendên biryarê, serokatî û hikumeta herêma Kurdistanê kontrol kirine û berjewendiyên xwe yên partiyetî û malbatî li ser hesabê gel dimeşînin."   Xelîl anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye ku "Gelê Başûrê Kurdistanê dê di hilbijartinên bê de bi rêya nêrîna xwe guhertinê pêk bîne, li hemberî aliyên serdest bisekine û li ber êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bigire."   Xelîl da zanîn ku hilbijartinên Başûrê Kurdistanê karekî navxweyî ye û got: "Wek gelê Rojava em hêvî dikin ku li Başûr demokrasî û îradeya gelê Kurdistanê pêk werin.”   'DENGÊ XWE LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIKAR BÎNIN'    Aldar Xelîl bi domdarî got: "Gelê Başûrê Kurdistanê di şoreşê de destek da me. Hinek aliyên siyasî yên li Başûr jî piştgirî û destek da me. Lê eniyeke dijber heye anku PDK'ê heya niha serketinên me qebûl nake û heya vê saetê jî hewl dide bi rêya ambargoya li ser herêmên me ferz dike, wêneya wê reş dike û destkeftiyên me têk bibe. Lê em di wê baweriyê de ku gelê Başûrê Kurdistanê wê dengê xwe bide kesên layîq ên ku dê nûnertiya wan bikin."   Xelîl xwest ku hilbijêr dengê xwe bidin YNK'ê û kesên ku piştgirî daye şoreşa Rojava û li ber dagirkeriyê disekinin û ji bo avakirina yekitiya neteweyî kar dikin. Xelîl hewldanên serokê berê yê YNK'ê Celal Talebanî yên ji yekitiya neteweyî re jî bi bîr xist.