Di qezaya trafîkê de 2 karker mirin û 13 jî birîndar bûn 2024-10-13 10:58:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Karamanê wesayîteke karkeran wergeriya. Di qezayê de yek jê zarok 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.    Wesayîta karkeran a bi plaqaya 70 ABK 451 ku ji hêla H.P. ve dihat ajotin, li ser Rêbeja Karaman-Mêrsînê qeza kir. Di qezayê de zarokê 8 salî Adem Poyraz û Ferîde Keskîn (59) jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 13 kes jî birîndar bûn.    Welatiyên birîndar bi ambulansan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Karamanê hatin veguhestin.