Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir 2024-10-13 12:59:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Parastvana mafên jinan Werîşe Mûradî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir.  Endama Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî bi îdiaya “Serhildanê” bêyî ku were darizandin zêdetirî 14 meh in li Girtîgeha Evînê ya Tehranê tê ragirtin. Mûradî, nameyek şand û da zanîn ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dike.    NAMEYA MÛRADÎ   Nameya Werîşe Mûradî wiha ye:   “Li her derê Rojhilata Navîn agirê şer belav bûye; bi dehan salan e her carê cihekî van axên qedîm bi agirê şer dişewite. Li ser navê avakirina pergaleke nû ev yek tên kirin lê wisa bûye ku civak nikarin bêhnê bigrin û her carê aliyekî xweş ê jiyana mirovan bi xwe re dişewitîne ev şer. Polîtîkayên neolîberal ên kapîtalîzma kûrewî, ji bo li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe qewîm bike, bi hêzên paşverû yên birçiyên desthilatdariyê re, li herêmê bûye yek, vî şerî ji her demê zêdetir bi eşkereyî li ber çavên cîhanê dike û didomîne. Rojava hewl dide reng û rûyê Rojhilata Navîn biguherîne û vê yekê ne bi riya aştiyê, bi riya şer dike. Her çiqas polîtîkayên ku ji bo tunekirina dîrok û çandî tên meşandin têk çûbin jî; bi armanca homojenkirina herêmê pêkanînên xwe didomîne. Li aliyê din, hikumetên muhafezekar ên li herêmê jî propagandaya netewperestî û olî zêde dikin û agirê şer gurtir dikin. Van şeran gelek rewşan derxistin holê û şîdeta êrişan, bi xwe re xetera bilindbûna faşîzmê ya li herêmî jî tîne.   Pir zelal tê dîtin ku dê ev şer bidome û beşek mezin a herêmê jê zirarê bibîne. Di nava vê pevçûn û têkoşînî de Komara Îslamî ya Îranê bi salan e piştî hewldana avakirina Hîlala Şiî, niha behsa yekitiya NATO’ya Ereb û umeta Îslamê dike. Trafîka dawî ya dîplomatîk, nîşaneyek ji vê planê ye. Van nakokî û reqabetan dê ji derveyî dîmenên rûxandina Rojhilata Navîn xizmetê ji tu armancê re nekin. Gel û jinên ku ji hikumetên totalîter ên li herêmê herî zêde zirarê dîtine, niha bi xeterên nû yên ku van şeran bi xwe re anîne re rûbirû ne.   DIVÊ EM NEHÊLIN DÎROK DUBARE BIBE   Bi kurtasî her çendî kapîtalîzma kûrewî bixwaze netewe dewletên li herêmê biçûk bike û bixe bin kontrola xwe jî; nayê wê wateyê ku piştgiriyê dide gelan, bi taybetî jî jinan. Di reqabeta li herêmê ya ji bo hêzê de, civak û bi taybetî jî jin û zarok dibin hedef; an sînorên wan tên binpêkirin, an neçar dimînin warê xwe biterikînin an jî zor lê wan tê kirin ku ji şerxwezan re xizmetê bikin. Di vê pêvajoyê de mijareke girîng a ku divê mirov li ser raweste jî zêdebûna mijarên navxweyî û pirsgirêkan û di heman demê de zexta li ser azadîxwazan e. Bi gotineke din, ev herdu mijar bi hev ve girêdayî ne. Îran jî ji derveyê vê hevkêşiya bêyom a li herêmê nîn e. Dijberî wê Îran hê jî riya salên 1980’yan didomîne û bi şerên li derveyî sînoran re, qetliamên li ser girtîgehan û kesên ji bo azadiyê têdikoşin zêde dike. Ya girîng niha ye. Divê em di vê pêvajoya ku mercên salên 1980’yan tînin bîra me de, destûr nedin ku dîrok xwe dubare bike.   ÎDIAYA KOMARA ÎSLAMÎ VALA DERKET   Di salên dawî de Komara Îsamî ya Îranê, îdia kir ku di nava welatên cîran de ew “Girava aramiyê” ye û dê ji tofan û xeterên li Rojhilata Navîn bi bandor nebe lê me dît ku di vê pêvajoyê de polîtîkayên wî yên hundir û derve çawa bi ser neketin. Ger di nava xwe de di vê dema ku desthilatdariya totalîter tengav bûye de; zextên xwe kêm neke û guh nede daxwazan dê ber bi bahozek ve biçe. Bi taybetî jî di vê dema ku mercên aborî, siyasî, civakî û derûnî zehmet bûne de, her roja diçe rewşa mafên mirovan xirabtir dibe. Ji serê vê salê ve heta niha 531 kes hatin darvekirin. Sala par 811 kes hatibûn darvekirin û rêjeya darvekirina jinan li gorî sala par ji sedî 35 zêde bûye. Van daneyan, nîşan didin ku planeke hikumetê ya ji bo başkirina rewşa civakê tune ye, dijberî wê bi tunekirina “kesên din” ên wî bi xwe afirandine, civakê ber bi têkçûnê ve dibe. Ev pir zelal be jî; divê vê rastiya bi êş, her dem bi bîra raya giştî ya cîhanê were xistin. Hinek ji vê têkoşîna ku li dijî vê rewşê didome û berxwedana li dijî zulma desthilatdariyê, para me girtiyan jî dikeve.   MESELEYÊN NAVXWEYΠ   Ez; weke keseke ku ji bo başkirina rewşa civakê û zêdekirina wateya jiyanê, ketime riya têkoşînê; ji bo derd û êşên jin û hemû kes dikşînin têkoşiyam. Biryarên min girtine û çalakiyên ku min li dar xistine, ji bo sekna li dijî ve zulma ku li azadîxwazan tê kirin e, ne ji bo daxwazên min ên şexsî ne. Min di rojeke ku li dijî darvekirinê weke Roja Cîhanê hatiye diyarkirin de biryara greva birçîbûne da, ev yek ji bo xizmeta vê armancê ye. Ger hûn qetliamên ku ji ber şeran çêdibin dibînin û dibêjin “Ji şer re na” divê hûn înfaz û darvekirinên ku her roj di bin navê rûpoşa îslama siyasî de tên kirin jî bibînin. Destûr nedin, şerên ji derveyî sînoran, siya xwe bidin ser pirsgirêkên navxweyî yên civakê. Hewldana min a ji bo greva birçîbûnê ji bo vê armancê ye. Bihayê wê çi dibe bila bibe, em ê destûr nedin dengê bi cesaret ê berxwedêrên li zindanan, di nava şeran û macerayên bê encam de winda bibin. Bi vê armancê, ji bo ku kampanyayên li dijî darvekirinê yên li cîhanê tên meşandin, kom, sazî û organîzasyonên navneteweyî yên bi armanca rawestandina darvekirinan didomin, werin dîtin û deng vedin; ez îlan dikim ku ez ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînim.”   MÛRADÎ KENGÎ HATE GIRTIN?   Hêjayî gotinê ye Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di 26’ê îlona 2023’yan de ragihandibû ku roja 1’ê tebaxa 2023’yan endama wan Werîşe Mûradî bi nasnav Ciwana Sine li bajarê Sine ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye revandin. Werîşe Mûradî piştî binçavkirinê 2 hefteyan hate girtin û niha li Girtîgeha Evînê tê girtin û bi hinceta “endambûna rêxistinê” tê darizandin.