Ji Xana Axparê ber bi Amedê ve meşa ‘Azadiyê’ 2024-10-13 13:51:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Girseya ku ji herêma Botanê gihiştin navçeya Xana Axparê, ber bi Amedê ve dest bi meşa “Azadiyê” kirin.  Welatiyên ku ji Mêrdîn û Şirnexê ji bo tevlibûna “Mitînga Azadiyê” ber bi Amedê ve ketin rê, gihiştin navçeya Xana Axparê ya Amedê. Welatiyên li vir ji hêla polîsan ve hatin astengkirin, ber bi navenda Amedê ve dest bi meşê kirin. Welatî meşa xwe li ber stranên bi kurdî didomînin.