Baskê Rihayê yê ‘Mitînga Azadiyê’ li Amedê dest bi meşê kir 2024-10-13 14:27:05 AMED - Girseya ku ji bo “Mitînga Azadiyê” ji Rihayê bi rê ketibû, ber bi Amedê ve dest bi meşê kir.  Îro dê li Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, li Amedê mitîng bihata lidarxistin lê ji hêla walîtiyê ve hate qedexekirin. Li dijî biryara qedexeyê, ji çar aliyan ve meş hatin destpêkirin. Baskê ji Rihayê bi rê ketî, di ketina Amedê li Noqteya Polîsan a Pîrînçliyê hate sekinandin. Li ser vê yekê, girseyê ber bi navenda Amedê ve dest bi meşê kir. Girseyê gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” berz dike.