Wezareta Dadê ji bo astengkirina tehliyeya girtiyê 33 salan got ‘rast nîne’ 2024-10-13 14:54:51     ENQERE - Tehliyeya girtî Dijwar Nesrî Îsmaîl 3 sal in tê astengkirin. Di biryara têkildarî taloqkirina tehliyeya Îsmaîl de “dîrok” tune bû. Wezareta Dadê bersiv da pêşnûmeya têkildarî mijarê û ji bo nebûna dîrokê got “Rast nîne.”    Dijwar Nesrî Îsmaîl li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonkarahîsarê tê ragirtin. Îsmaîl, di 28’ê tebaxa 2021’ê de cezayê xwe yê 30 salan temam kir lê ev sê sal in tehliyeya wî bi hincetên cuda tê astengkirin. Ji ber ku nikare destekî xwe bi kar bîne, Îsmaîl nikare bi tena serê xwe bijî. Îsmaîl, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de jî cih digire.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû di 11’ê kanûna 2023’yan de mijar xist rojeva Meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne, pêşnûmepirsek da Meclisê. Gergerlîoglû, di pêşnûmeyê de cih da nameya Îsmaîl ji wî re şandiye. Îsmaîl, di nameyê de got ku malbata wî dûr e lewma ev 33 sal in nikare pê re hevdîtinê bike. Îsmaîl, wiha domand: “Min gelek caran xwest ku sewqî Amedê yan jî cihekî nêzî wê derê bêm kirin lê ev daxwaza min hate redkirin. Ez ji we re biryara dirêjkirina cezayê min dişînim. Di biryara 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Afyonkarahîsarê de ku me li dijî biryara dadgeriya înfazê îtîraz lê kiribû de dîrok jî tune ye.”    PÊŞNÛMEPIRSA GERGERLÎOGLÛ    Li ser vê yekê Gergerlîoglû ev pirs ji Tunç kir:    “* Tevî ku cezayê Îsmaîl xelas bûye jî gelo rast e ku 2 sal û nîvin nayê berdan? Heke ev îdiaye rast be, ev hikûmxwar bi kîjan sedemê nayê tehliyekirin?    *Hikûmxwarî ji min re belgeyek şandiye û di dîroka biryara dadgeha cezayên giran a girêdayî wezareta we de dîrok tune ye. Gelo ma ev ne nîşaneya wê ye ku ev biryar bi lez û bez û bi keyfî hatiye dayin?    * Sedema redkirina daxwaza sewqkirinê ya Îsmaîl çima her carê tê astengkirin?    * Di nava 10 salan de derheqê lijneyên îdare û çavdêriyê yên li girtîgehan de çend gilî ji bo we hatine kirin?”   WEZÎR TUNÇ BERSIV DA   Wezîr Tunç di 5’ê îlonê de bersiva pêşnûmeyê da û îdia red kir. Di bersivê bal kişand ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Afyonkarahîsarê ya derheqê Îsmaîl de ku dibêje “berdana wî guncav nîne.” Di bersivê de hate diyarkirin ku biryara ÎGK’ê ya bi dîroka 6’ê adara 2024’an ji hêla Dadgeriya Înfazê û Dadgeha Cezayên Giran ve hatiye kontrolkirin û teqez bûye. Bi domdarî hat gotin ku Îsmaîl ji ber cezayên disiplînê û “nebaşhaliyê” nikare daxwaza sewqê bike û daxwaza wî jî ji ber tunebûna kapasîteya girtîgehan nehatiye qebûlkirin.    Di berdewamê de hate îdiakirin ku li saziyê hemû karûbar û kirarî li gorî hukmên mewzûatê hatine kirin û wiha hate gotin: “Îdiayên di pêşnûmepirsê de rast nînin.” Di biryara derhiqûqî ya 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Afyonkarahîsarê de dîrok tune bû û lê wezaretê ev îdia jî red kir.