Li Amedê berxwedana ‘Azadiyê’ 2024-10-13 15:13:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amedê bi hezaran kesên bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatin bahev, tevahiya rojê li dijî astengiya polîsan li ber xwe dan. Dihat payîn ku îro li Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, mitîng were lidarxistin. Lê mitîng ji hêla walîtiyê ve hate qedexekirin. Qedexeya walîtiyê rastî bertekên tund hat. Bi hezaran kesan ji gelek bajaran berê xwe dan Amedê. Girseya ku ji hêla polîsan ve hate astengkirin, ji çar aliyan ve ber bi Amedê ve meş da destpêkirin.    Bi hezaran kes jî li noqteyên cuda yên bajar hatin gel hev. Li Semta Ofîsê, Sûr û Rezanê li gelek noqteyan meş hatin destpêkirin û protesto hatin kirin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” berzkirin.    Welatiyên li çar aliyê bajar hatin gel hev, li Semta Ofîsê hatin gel hev. Li ser berxwedana girseyê daxuyaniyek hate dayîn