Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin: Her der Amed her der berxwedan 2024-10-13 16:38:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên tevlibûna “Mitînga Azadiyê” ya Amedê hate astengkirin, daxuyanî daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tevî her tiştekî jî gelê me li dijî tecrîdê dimeşe. Em ê tecrîdê bi têkoşîneke hevpar ji holê rakin.”    Li Amedê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev” “Mitînga Azadiyê” hat lidarxistin. Li bajarên ku tevlibûna wan a mitîngê hate astengkirin, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.    ENQERE    Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê têkildarî astengkirinê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Ji rêveberên partiyê Fahrettîn Durmaz diyar kir ku mitînga bi roja berê ji hêla emniyet û walîtiyan ve hatiye astengkirin û wiha got: “Otobûsên me yên ji vir û ji bajarên din bi rê ketin, bi saetan hatin sekinandin û mafê geştê yê welatiyan hate binpêkirin. Em vê helwesta dijminane ya li hemberî mitînga ‘azadiyê’ qebûl nakin.”    ‘DIVÊ DEWLET RÊYA AŞTIYÊ VEKE’   Bi domdarî Durmaz ev tişt anî ziman: “Kesên bi daxwaza azadî û aştiyê hatin gel hev hatin astengkirin. Gelo ev qala pêvajoyeke aştî û asayîbûnê ya çawa dikin? Em dizanin ku ev lîstikên qirêjî yên îktîdarê nû nînin. Ne xwedî wê hêzê ne ku bi gel bidin bawerkirin. Heqîqeta li Kurdistanê aştî ye. Navnîşana aştiyê jî Îmrali ye, muxatab Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Divê tecrîd tavilê bê rakirin. Tecrîd, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tevî hemû astengkirinan jî gelê me li dijî tecrîd û asîmîlasyonê dimeşe. Kes nikare pêşî lê bigire. Em ê her tim bibêjin ‘na ji şer re, aştî a niha.’ Divê dewlet rêya aştiyê veke û rêya şer jî asteng bike.”    Daxuyanî, bi dirûşma “Na ji tecrîdê er, aştî a niha” bi dawî bû.    ÎZMÎR   Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcu Gul Çubuk, nûnerên saziyan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka Bajar Vezan Karabulut têkildarî astengkirinên li bajar agahî da. Karabulut, meşa “Azadiyê” ya li Amedê silav kir.    Hevserokê Bajar Duzgun Kuçuk jî diyar kir ku bi komploya navneteweyî re aştî, edalet û daxwaza azadiyê hedef hatiye girtin. Kuçuk, wiha domand: “Divê ev yek baş bê zanîn ku; tu zext dê nekarin berxwedana rewa û demokratîk têk bibin. Dê ji vir û şûnde jî gelên me serî netewînin û polîtîkayên tecrîd û şer bêhtir teşhîr bikin. Dê têkoşîna me bidome. Dê têkoşîna gelên me û hêzên demokrasiyê derhiqûqtiya li Îmraliyê ji holê rake.”    EDENE    Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî xwest li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyê bide lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Polîsên ku avahî dorpêç kirin, ketin û derketina avahî asteng kirin. Li ser vê yekê li avahiya partiyê daxuyanî hate dayin. Çalakvanên di avahiya partiyê de bi dirûşmên “Her der Amed her der berxwedan”, “Ji tecrîdê re na, aştî a niha”,  “Zext nikarin me bêzar bikin”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin xwarê û astengkirina polîsan şermezar kirin. Partiyiyan piştre jî di nava dorpêça polîsan de li derve daxuyanî dan.    Hevserokê Bajar Seyfettîn Aydemîr got ku Walîtiya Amedê ji “hêza rêxistinkirî ya gel tirsiya” lewma mitîng qedexe kiriye. Aydemîr, wiha domand: “Li dijî tecrîdê xwedîderketina li azadiyê, xwedîderketina li aştî û azadiyê, li çareseriya demokratîk e. Tecrîda li birêz Ocalan tê ferzkirin, di her qadên jiyanê de bandorê li me dike. Pergala li Îmraliyê veguheriye tecrîdeke civakî û heta bi dawî nebe jî dê her tim li ser demokrasî û nirxên azadiyê gef hebin.”    Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.    MÊRSÎN   Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka Navçeyê Bedriye Kuş berxwedana li Amedê silav kir. Hevserokê Bajar Reşat Aşan jî bertek nîşanî astengkirinan da.    Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.    STENBOL    Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kadikoyê daxuyanî da. Parlamenterê Stenbolê  Celal Firat, Hevserokê Bajêr Mûrat Kalmaz, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên navend û navçeyan û gelek welatî beşdar bûn. Hevserokê Bajêr Mûrat Kalmaz ê di daxuyaniya ku dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Her der Amed, her der berxwedan” hate berzkirin de axivî, bi silavkirina bi hezaran welatiyên li Amedê hatin bahev dest bi gotinên xwe kir. Kalmaz ê bal kişand astengkirinê wiha got: “Tevî ewqas astengkirinan gelek hevalên me gihiştin Amedê.” Kalmaz ê ji bo çareseriyê îşaret bi Abdullah Ocalan kir, anî ziman ku bi salan e hewl tê dayîn ku Tirkiye bi zext, girtin û faşîzmê were birêvebirin.    Kalmaz wiha domand: “Gelê kurd ji aliyê aştî û demokrasiyê ve helwesta xwe danî holê. Bi van rêbazên qedexeker, hûn ê biçin sergoyê dîrokê. We duh qala aştî û çareseriyê dikir lê îro mitînga çareseriyê qedexe dikin. Polîtîkayên tecrîdê bi dawî bikin. Me îro vîna li Amedê danîn holê dît. Em ji vir wê vînê silav dikin.”    GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN    Piştî axaftina Kalmaz polîsan êrişî girseyê kir. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Zext nikarin me têk bibin” bertek nîşanî êrişî dan. Di êrişê de gelek kes hatin binçavkirin.     Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hevserokê DEM Partiya Stenbolê Mûrat Kalmaz, endama Meclisa DEM Partiyê Selvî Kalir, Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan, Fînce Akman, Nûrten Varlik, Songul Şahîn, Mehmet Onal, Luftu Aktaş, Îrfan Kaya, Sînan Ozyolcû, Resîme Karabaş, Remzî Yildiz, Resûl Aslan, Raîf Guzel, Unal Yûsûfoglû, Besra Îşsever, Sûat Yildiz, Nîhat Bûzkûş, Îlhan Çelîk, Salîh Tûnali, Metîn Tîlkî, Mehmet Aydemîr, Selamî Karagoz û Cemîl Hanoglû.”