DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî derbkirina rojnamevanan da 2024-10-13 19:18:04   AMED - Polîsan rojnamevanên ku meşa “azadiyê” dişopandin derb kirin û gef li wan xwarin. DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku dê giliyê polîsan bikin.    Polîsan rojnamevanên ku meşa “azadiyê” ya li Amedê dişopandin derb kirin û gef li wan xwarin. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bertek nîşanî vê yekê dan. Komeleyên li ser hesabên xwe yên X’yê bang kirin ku bertek nîşanî pêkanîn li dijî rojnamevanan bê dayîn.    DÊ GILÎ BIKE     DFG’ê di parvekirina xwe wiha got: “Hempîşeyên me Heval Onkol, Ceylan Şahînlî, Hêvîdar Onver û Sonay Odengît ku di mitînga azadiyê ya li Amedê hate kirin de peywîra dikirin rastî tundiya polîsan hatine û nûçe çêkirina wan hatiye astengkirin. Em astengkirina kişandina dîmenan, kişandina porê hempîşeyên xwe û bi gotina ‘hûn serê xwe rakin em ê we bikujin’ gefa li wan hatiye xwarin qebûl nakin. Em ê polîsên ku di her daxuyaniyê de rojnamevanan hedef digirin û gefê li wan dixwin de giliyê bikin. Ev êriş di heman demê de mînaka herî berbiçav a komkujiyên jinan û tundiya li jinan a demên dawî de zêde bûne ye. Feraseta mêrsalar a hêza xwe ji polîsan digire êrişên li dijî jinan zêde kirine. Em hemû rêxistinên pîşeyî vedixwînin ku bi helwesteke hevpar li dijî vê tundiyê dengê xwe derxînin.”   Di parvekirina MKG’ê de jî ev tişt hatin gotin: “Kişandina dîmenan a endama me rojnamevan Heval Onkolê ya di mitînga azadiyê de ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin. Pişt re heman polîsan tundiya fizîkî li hevala me kirine. Em êrişa li hempîşeyên me hatiye kirin şermezar dikin. Em ê giliyê polîsan bikin.”