Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin 2024-10-13 19:28:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Dosyayên rojnamevan Îlahe Mûhammedî û Nîlufer Hamidî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin ji saziya înfazê re hatin şandin.    Dosyaya her du rojnamevanên jin Îlahe Mihemedî û Nîlufer Hamidî ku têkildarî qetilkirin û taziyeya jina têkoşer Jîna Emînî kiribûn nûçe, ji saziya înfazê ya ceza re hate şandin. Li aliyekê din jî ji bo Menîje Xoşnûdê jî biryara girtinê hate dayîn. Li gorî nûçeya Rojnewsê Berdevkê Dezgeha Qezayî ya Îranê Esxer Cehangîrî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku “Ew du rojnamevanên bi tometa ‘lidarxistina çalakiyên antî-propagandaya dewletê’ bi salek cezayê girtîgehê, her wiha ji bo tometa ‘komploya li dijî ewlekariya dewletê bi pênc sal cezayê girtîgehê hatine cezakirin.” Her wiha hate diyarkirin ku dosyayên Mûhammedî û Hamidî ji saziya înfazê ya ceza re hatine şandin.     Li aliyekê din jî bi tometa ‘antî-propagandaya li dijî dewletê’ 10 meh cezayê girtîgehê li Menîje Xoşnûd hate birîn û veguhestin Girtîgeha Bokanê.