Li Şirnexê mirina biguman a jinekê 2024-10-13 20:12:19   ŞIRNEX - Bijîjka Pispor Ayşe Şîmşek a beriya 5 mehan tayînî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatibû kirin, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hate dîtin.    Bijîjka Pispora Rehabîlîtasyon û Tedawiyê ya Fizîkî Ayşe Şîmşek ku hate diyarkirin beriya 5 mehan tayînî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatibû kirin, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hate dîtin. Cenazeyê Şîmşekê ji bo karûbarên otopsiyê birin morga nexweşxaneya dewletê ya lê dixebitî.    Hate îdiakirin ku Şîmşekê întîhar kiriye. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.