Rojnews dê sibê belgeyên ‘xiyanetê’ yên PDK’ê biweşîne 2024-10-13 21:16:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnewsê ragihand ku dê sibê belgeyên “xiyanetê” yên PDK’ê ji rayagiştî re ragihîne.    Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê ku li Herêma Kurdistana Federe û Iraqê weşanê dike, ragihand ku dê sibê belge û dîmenên têkildarî xebatên sîxurtiyê yên PDK’ê biweşîne.     Di daxuyaniya ji aliyê ajansê ve hate weşandin de wiha hate gotin: “Ajansa me Rojnews sibe belgeya xiyanet û sîxurekê PDK’e yê devera Bile ya Barzan eşkere dike. Ajansa me sibe di saet 09:00’an de belgeya xiyaneta PDK’ê ji raya giştî re eşkere dike. Bila sibê çavên we li Rojnewsê bin.”