Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn 2024-10-14 09:48:22   MÊRDÎN - Hate zanîn ku li Şaredariya Midyadê midûrê nivîsgeha taybet jî di nav de 4 kesan nêzî 60 milyon lîre dizîne û li ser vê yekê ji kar hatine dûrxistin.    Hate diyarkirin ku li Şaredariya Mîdyadê ya Mêrdînê ya AKP’î nêzî 60 milyon lîre hatine dizîn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin heqê hin lêçûnên Şaredarê Midyadê Veysî Şahîn di serdema hilbijartinê de kirine û hin lêçûnên li Mihrîcana Çandê ya Mîdyadê û qada îmarê hatine kirin nehatine dayîn. Li ser vê yekê lêkolîn hate destpêkirin. Di encama lêkolînê de derket holê ku ji bo van lêçûnan nêzî 60 milyon lîre pere hatiye wergirtin.    ‘PERE LI PERGALÊN PEREYÊN DÎJÎTAL RAZANDINE’    Piştî vê yekê Abdullah A. yê li Midûriyeta Karên Îmarê peywîrdar, Midûrê Îştîrakî yê Şaredariyê Ahmet C., Midûrê Nivîsgeha Taybet ê Şaredar Veysî Şahîn, Halîl P. û peywîrdarê mûhasebeyê Maşûk Ç. ji kar hatin dûrxistin. Hate îdiakirin ku kesên navên wan derbas dibin pereyên ji kaseyê derxistine li pergalên pereyên dîjîtal razandine û winda kirine. Li ser giliya ji aliyê şaredariyê ve hate kirin lêkolîn hate destpêkirin.    LÊKOLÎN HATE DESTPÊKIRIN   Hate zanîn ku têkildarî bûyerê mufetîşên Wezareta Karên Hundir û Mulkiyeyê li şaredariyê lêkolîn dane destpêkirin.    MA / Ahmet Kanbal