AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye 2024-10-14 10:21:54   ENQERE - AYM’ê têkildarî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” biryar da û got ku dikevin çarçoveya azadiya fikr û xweîfadekirinê de ne.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî doza ji ber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e” û sirûda “Çerxa Şoreşê” bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin û ceza hatibû dayin, biryara xwe da. AYM’ê, biryara cezakirinê weke “binpêkirina mafê azadiya firk û xweîfadekirinê” nirxand. Di çalakiya protestokirina kalekolan a li navçeya Licê ya Amedê de Medenî Yildirim hatibû qetilkirin. Li dijî qetilkirina Yildirim, di 7’ê hezîrana 2014’an de çalakî hate lidarxistin. Merve Nûr Tekîn di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” berz kir û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend. Dadgeha Cezayên Giran a Erdexanê jî derheqê Tekînê de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” cezayê hefsê û pereyan da. Biryar ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û li ser vê yekê Tekîn di 11’ê sibata 2022’yê de bi sedema “Binpêkirina mafê fikr û xweîfadekirinê” de serî li AYM’ê da. AYM’ê serlêdana Tekîn qebûl kir û biryara binpêkirinê da.    Di biryarê de hate gotin ku qebûlkirina sûcê propagandayê ya weke xetereya razber, di serî de azadiya xweîfadekirinê, di hundirê xwe de xetereya ku zextê li ser mafên makezagonî û azadiyan çêbike dihewîne û di vê mijarê de gelek biryarên AYM’ê hene. Bi domdarî hate gotin ku ji bo cezakirina çalakiyeke propagandayê divê di mercên wê yên şênber de were nîşandan ku rê li ber xetereyê vedike.    BIRYARA 'OCALAN AKTORÊ REWA YE’ HATE BIBÎRXISTIN    Di biryarê de biryarên AYM’ê yên têkildarî gotina “Abdullah Ocalan lîderekî polîtîk e û di çareserkirina pirsgirêkên civakî de aktorekî rewa ye” hatin bibîrxistin ku AYM’ê cezayê ji ber vê îfadeyê hatiye dayin weke binpêkirin nirxandibû.    Di biryarê de AYM’ê ji bo “Çerxa Şoreşê” jî biryara binpêkirinê ya di demên berê de ji bo Mekî Katar hatibû dayin bi bîr xist. AYM’ê got ku tu delîl nînin ku sirûda behsa xeberê rê li ber tundiyê vedike. Bi domdarî hate gotin fikrên bi rêya sirûdê tên vegotin dibe ku hinek derdoran aciz bike lê cezadayîna ji ber vê sedemê binpêkirina mafên sereke ye.    'AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ HATE BINPÊKIRIN’   AYM, da zanîn ku biryara girtinê ya derheqê Tekîn de hatiye dayin, tu pêdiviyên civakî yên mecbûrî pêşwazî nake û biryar da ku bi cezakirina Tekîn re mafê azadiya xweîfadekirinê ya di Madeya 26’emîn a Destûra Bingehîn de hatiye binpêkirin. AYM’ê biryar da ku 30 hezar lîre tazmînata manewî ji Tekîn re bê dayin. AYM’ê biryara jinûvedarizandina Tekîn da û dosya ji Dadgeha Cezayên Giran a Erdexanê re şand.    Biryar, bi piraniya dengan hate erêkirin. Endama AYM’ê Yildiz Seferînoglû û Omer Çinar tev li biryarê nebûn.    Di sala 2008’an de bi beşdariya endam û rêveberên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û hinek komeleyan kampanyaya “Birêz Ocalan” dabûn destpêkirin. Ji ber îfadeyên “Birêz Ocalan”, “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e gel li vir e” ceza li Hanefî Bîçîmlî hatibû birîn. AYM’ê ji bo vê cezayê jî biryara “binpêkirina mafê fikr û xweîfadekirinê” dabû.    MA / Firat Can Arslan