Bogûrcû yê li Qoserê hatibû binçavkirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da 2024-10-14 10:55:29   MÊRDÎN - Îbrahîm Bogûrcû yê 32 salî ku di 8’ê cotmehê de li Qoserê bi serdegirtina malan de hatibû binçavkirin û girtin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.    Îbrahîm Bogûrcû yê di 8’ê cotmehê de li navçeya Qoser a Mêrdînê di serdegirtinên malan de hatibû binçavkirin û pişt re hatibû girtin li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da. Hate îdiakirin ku Bogûrcu krîza dil derbas kiriye, pişt re birine nexweşxaneyê û dû re paş ve anîne girtîgehê.    Bogûrcû yê li girtîgehê careke din aciz bû duh dîsa birin nexweşxaneyê. Bogûrcû tevî hemû mudaxileyan jî nehate xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Bogûrcû duh ji aliyê malbata wî ve ji girtîgehê hate wergirtin û li goristana navenda navçeyê hate veşartin.