Ji bo Fîncanci biryara anîna bi darê zorê hate dayin 2024-10-14 11:18:38   STENBOL - Di danişîna doza Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci de biryara anîna bi darê zorê hate dayin.    Derheqê Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) a serdema berê û endama Lijneya Rêveber a Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci de bi îdiaya “Biçûkxistina miletê tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê, hikûmeta Komara Tirkiyeyê û saziyên darazê yên dewletê” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 31’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hate lidarxistin. Fîncanci û parêzerê wî beşdarî dozê nebûn lê nûnerên TÎHV’ê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Konsolosxaneya Almanyayê tev li bûn.    Şandeya dadgehê ji bo Fînanci biryara anîna bi darê zorê da û danişîn taloqî 27’ê çileya 2025’ê kir.