Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqayê de birîndar bûbû mir 2024-10-14 13:29:23   STENBOL - Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqaya maqarnayan a li navçeya Hendeka Sakaryayê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Hendeka bajarê Sakarayayê 15’ê îlonê di fabrîqayek maqarnayan de teqîn rû dabû. Di teqînê de gelek karker birîndar bûbûn. Karkerê bi navê Naîm Karaguzel ê di teqînê de birîndar bûbû û li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Hejmara karkerên birîndar ku jiyana xwe ji dest dan bûn 5 kes.