Rojnamevan Salaz li ser gora xwe hat bibîranîn 2024-10-14 14:52:59   WAN - Rojnamevan Necmettîn Salaz ê sala par li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû li ser gora xwe hat bibîranîn.    Rojnamevan Necmettîn Salaz sala par di 14’ê cotmeha 2023’yan de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamya (MKG) ji bo Salaz li ser gora wî ya li Goristana Akkopruyê ya Wanê bernameya bîranînê li dar xistin. Endamên DFG’ê û MKG’ê, Hevserokê DEM Partiya Wanê Veysî Dîlekçî, malbata Salaz û nûnerên rêxistinên sivîl tev li bîranînê bûn. Ji bo Salaz rêz hat girtin.    'KESAYETEK ŞOREŞGER BÛ’    Nûnerê DFG’ê yê Wanê Adnan Bîlen di bîranînê de axivî û diyar kir ku Necmettîn Salaz jî wek her kurdekî para xwe ji zextên dewletê girt û got: “Ew kesayetek mînak bû. Kesateyek şoreşger bû. Mamoste her dem dixwest were Wanê. Lê nebû qismetê wî. Mamoste Necmettîn bi hesreta Kurdistanê û Wanê jiyana xwe ji dest da. Em ê xwedî li têkoşîn û bîranînên wî derkevin. Em carek din wî bi rêzdarî bibîr tînin.”    Birayê Salaz, Kadrî Salaz jî diyar kir ku ew ji bo vê bîranînên malovaniya Çapemeniya Azad dike û ew hemû cangoriyên Çapemeniya Azad bi rêzdarî bi bîr tîne. Kadrî Salaz ji jiyana kekê xwe hin nivîsan xwend.    'ZILMÊ LI SER CENAZEYÊ WÎ JÎ DEWAM KIR’    Siyasetmedar Abdurrahman Dogar jî axivî û anî ziman ku Nemcettîn Salaz her tim di nava berxwedan û têkoşînê de bû û ji salên 80’î vir ve berxwedanek bêhempa nîşan da û jiyana wî her tim bi zilmê re rû bi rû ma. Dogar got ku roja cenazeyê hevrêyî wî Necmettîn hat Wanê jî bi zilmê re rû bi rû ma û ew ê Necmettîn nedin jibîrkirin.    'PERGAL JÊ DITIRSIYA’    Hevserokê DEM Partiya Wanê Veysî Dîlekçî jî destnîşan kir ku pergal û dewlet çawa ku ji her ramangeran ditirse ji Necmettîn Salaz jî ditirsiya û ew ê mîrateya Mûsa Anteran, Necmettîn Salazan li ser vê axê bidomînin û xwedî li têkoşîna wan derkevin.    Piştî axaftinan beşdaran qerenfîl danîn ser gora mamoste Necmettîn.