Di binçavan de tundî û tacîz hat kirin: Nikarin îradeya me bişikînin 2024-10-15 10:07:34   STENBOL - Li Stenbolê welatiyên ku di dema daxuyaniya ji bo mitînga “azadiyê” de hatin binçavkirin bi tundî û tacîzê re rû bi rû man. Fincê Akman a ku tundî lê hat kirin got: “Nikarin îradeya me bişikînin.”    Li Amedê dê mitînga “azadiyê” bihata lidarxistin. Lê destûra mitîngê nehat dayîn û hat qedexekirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê têkildarî qedexekirina mitîngê xwest daxuyanî bide lê polîsan lidarxistina daxuyaniyê qedexe kir. Di daxuyaniyê de polîsan êrişî welatiyan kir û 30 bi lêdanê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku welatî bi tundî, tacîz û muameleya xerab re rû bi rû mane. Li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê bi îdiayên “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşan a jimara 2911’an”, “Propaganda rêxistinê kirine” û “Pesindayîna sûc û sûcdar” îfadeyên welatiyan hat girtin û paşê li emniyetê hatin berdan.    'TUNDÎ, TACÎZ, MUAMELEYA XERAB’   Bi piraniya welatiyan destê wan ji pişt ve hatin kelemçekirin û kirin binçavan. Hin welatiyan diyar kir ku ew bi tundî, tacîz û muameleya xerab re rû bi rû man e. Ji welatiyên hatin binçavkirin Fincê Akman a 57 salî dema tê binçavkirin bi tundiya polîsan re rû bi rû dimîne. Wêneyên Akman ku şopa lêdanê li ser mil û li ber çavê wê hebûn derketin holê. Her wiha dema polîsên jin lêgerînê pêk tînin tacîza fizîkî li jinên binçavkirî dikin. Di zendên destê welatiyan de şopa kelemçekirinê jî hebûn.    PIRSÊN LI EMNIYETÊ    Di dema binçavkirinê de polîsan pirsên wek, “Hûn çawa ji çalakiyê haydar bûn, ji bo hûn tev li çalakiyê bibin zext li we hatin kirin?” hatin kirin. Her wiha dirûşmên hatibûn berzkirin jî ji welatiyan hat pirsîn.    'POLÎSEK JIN MIN TACÎZ KIR’    Êriş, muameleya xerab û tacîza hatiye kirin jî di girteka îfadeyan de jî cih girt. Li gorî agahiyên ku di girteka îfadeyan de cih girtine, jinan diyar kirin ku di dema binçavkirinê de bi "tacîza fizîkî" re rû bi rû man e. S. K., diyar kir ku polîsan destê wê ji pişt ve kelepçe kirine û wê kirine binçavan. S. K. di îfadeya xwe de wiha got: "Ez sûcdarkirinê qebûl nakim. Beriya ku polîs min li wesayîta binçavkirinê siwar bikin, ji aliyê polîseke jin ve tacîz li min hat kirin. Tevî ku min got telefon li ser min tune ye jî lê li ser hemû laşê min geriyan û min tacîz kirin. Piştre destê min ji pişt ve kelemçe kirin û ji ber vê rewşê zendên min birîndar bûn.”    'ÎŞKENCE LI MIN KIRIN’    M.A. jî sûcên li ser xwe red kir û got: “Ez van sûcdariyên we qebûl nakim. Dema min kirin binçavan, li min dan. Îşkence li min kirin. Ji pişt ve bi saetan destê min kelemçekirî hiştin.”    Jinên ku bi lêdanê û muameleya xerab re rû bi rû mane rapora lêdanê wergirtin û piştî rapor li pergalê bê barkirin dê giliyê polîsan bikin.    QALA WÊ ROJÊ KIR    Fincê Akman a ku lawê girtî ye û bi tundiya polîsan re rû bi rû ma tiştên hatin serê wan ji ajansa me re vegot.    Fîncê Akman a ku bi muameleya xerab re rû bi rû ma wiha got: "Em ê ji bo tecrîd û azadiyê biçûna wir. Lê destûr nedan. Ji ber vê yekê em çûn Kadikoyê daxuyanî bidin çapemeniyê. Piştre êrişî me kirin. Li vir gotin, 'Hûn nikarin daxuyaniyê bidin’. Li me xistin. Bi pehînan li me dan û milên me wergerandin. Di nava wesayitê de heqaret li me kirin. Destê me ji pişt me ve kelepçe kirin. Di wesayîtê de îşkence û heqaret li me kirin. 7 saetan me di wesayîtê de hiştin. Paşê me li emniyetê berdan.”    'NIKARIN ÎRADEYA ME BIŞIKÎNIN’    Akman destnîşan kir ku ev tişta ku polîsan aniye serê wan ji bo îrade şikandinê pêk anîne û got: “Dixwazin ku îradeya me bişikînin. Me carek soz daye; ev 40 sal in nikarin îradeya me bişikînin, gelo wê niha dikaribin bişikînin. Naxêr nikarin îradeya me bişikînin. Heta ku em hebin em ê xwedî li rêbertiya xwe, girtiyên xwe û doza xwe derkevin.”    MA / Omer Îbrahîmoglû