Dayikên Aştiyê û 3 rojnameger hatin binçavkirin 2024-10-15 16:14:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkeran êrişî çalakiya “Ji şer re na, a niha aştî” ya li Silopiyayê kirin. Di êrişê de 3 rojnameger, gelek Dayikên Aştiyê, Hevşaredarê Cizîrê û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê bi daxwaza “Ji şer re na, a niha aştî” hatin ba hev. Ji Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt û Mêrsînê jî gelek Dayikên Aştiyê tev li çalakiyê bûn. Leşkeran êrişî çalakiyê kirin.    Di êrişê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut û Mahmût Altintaş, nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren û gelek Dayikên Aştiyê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de rojnameger û dayik hatine derbkirin.    Her wiha hat zanîn di êrişê de Hevşaredarê Cizîrê Abdurrahîm Dûrmûş û gelek rêveberên DEM Partiyê jî hatine binçavkirin.