Karkerên Fernasê hatin berdan 2024-10-16 12:03:42   ENQERE - Karkerên Fernasê yên hatibûn binçavkirin piştî karûbarên wan ên li midûriyeta polîsan hatin berdan.    Karkerên madenê yên li şîrketa Fernasê ku xwediyê wê Parlamenterê AKP’ê Ferhat Nasiroglû ye dixebitîn, ji ber endamên Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe (Bagimsiz Maden Îş) bûn ji kar hatin derxistin. Karkerên ku li Parka Kûrtûlûş a li Çankaya Enqereyê çalakiya xwe didomandin hatibûn binçavkirin. Ji 34 madenvanên 33 di roja 13’emîn a berxwedana xwe de hatibûn binçavkirin piştî karûbarên midûriyeta polîsan hatin berdan.    Karûbarên endamê Sendîkaya Ûmûtê (Ûmût-Sen) Ozgu Gozoglû berdewam dikin.