Li Amedê hevşaredar piştî erdhejê daketin qadê 2024-10-16 13:02:31 AMED - Hevşaredarên DEM Partiyî piştî erdheja navenda wê Meletiyê li Amedê serdana qadên “bixeternak” kirin.    Amed û navçeyên wê jî bi erdheja li Meletiyê çêbû hesiyan. Welatiyên ku piştî erdhejê tirsiyan li gelek navçeyan daketin kolanan. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn û Hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk serdana welatiyan kirin. Hevşaredaran li dijî neyîniyeke li navçeya Rezanê ku piştî erdheja 6’ê sibatê ya navenda wê Mereşê gelek avahî lê hilweşiyan û hêj gelek avahiyên ku xesar gihiştinê lê hene, yekeyên şaredariyê seferber kirin. Hevşaredarên bi welatiyan re yek bi yek sohbet kirin, ji welatiyan re silametî xwestin.    TÎM HATIN AVAKIRIN    Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê ya Bajarê Mezin a Amedê ku bi erdhejê re kete nava liv û tevgerê 2 tîmên lêgerîn û xelaskirinê yên ji 10 kesan pêk tên ava kirin. Tîmên agirkujiyê li dijî rewşeke derkeve holê li navenda bajêr dest bi dewriyeyê kirin.    ‘JI WELATIYAN RE SILAMETIYÊ DIXWAZIN’   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal da zanîn ku li bajêr rewşeke neyînî nîne û ev peyam parve kir: “Ji ber erdheja navenda wê navçeya Kale ya Meletiyê çêbû û bajarê me jî pê hesiya ji hemû welatiyên me re silametiyê dixwazim. Em bi hemû yekeyên xwe li qadê ne. Heta niha li bajarê me rewşeke neyînî derneketiye holê.”   Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî ev peyam parve kir: “Em ji Amedê, Meletiyê û bajarên herêmê yên bi erdhejê hesiyan re silametiyê dixwazin. Niha li bajarê me tîmên me li qadê ne û li gorî agahiyên me wergirtine heta niha tişteke neyînî nîne. Tîmên me û xebatkarên me dê li qadan bin û tedbîran zêdetir bigirin.”