Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir 2024-10-16 13:19:29   ÎZMÎR - Derheqê xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê Funda Akbulut de ku tevî 5 rojnamegeran hatibû binçavkirin, 8 meh piştre bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin. Dosya ji 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê re hate şandin lê dadgehê dosya qebûl nekir. Dosyaya têkildarî 3 rojnamegerên din hêj nehatiye temamkirin.    Di 13’ê sibatê de polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuzû û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazeta Duvarê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê Fatma Funda Akbulut hatin binçavkirin. Îdianameya têkildarî Akbulut hate amadekirin. Îdianame bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate amadekirin û ji 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê re hate şandin. Dadgehê, bi sedema ku di dosyayê de sûcê “Alîkariya fînansî daye rêxistinê” heye dosya qebûl nekir û ji 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê re şand.    Akbulut, ev 8 meh in di hefsa malê de ye û di îdianameya wê de îfadeyên şahida eşkere Buse Aslan, daxuyaniyên çapemeniyê yên dişopand, 5 hevdîtinên li ser telefonê û danûstandina pereyan weke sûc hatine nîşandan. Îtîrafkar Buse Aslan îdia dike ku pereyê kovara Jineolojiyê ji hêla Akbulut ve hatiye komkirin û hesabên medyaya dijîtal a TJA’yê bi kar tîne.    DERSA DEF’Ê DI ÎDIANAMEYÊ DE HEYE    Her wiha 5 hevdîtinên li ser telefonê jî di îdianameyê de cih girtin. Hevdîtinên têkildarî dovîz û pankartên derheqê bêkariyê de weke sûc hatin nîşandan. Pankartên weke “Bêkarî, xizanî û hejarî nabe pêşeroj”, “Ne ji bo şer bûdçeya ji bo gel” û hwd. weke “delîlên sûc” hatin nîşandan.    Hevdîtina Akbulut a têkildarî dersa defê bi Jinartê re kirî jî weke delîl hate nîşandan.    KIŞANDINA DÎMENAN SÛC E   Akbulut, çalakiyên TJA û HDP’ê yên têkildarî cînayetên jinan, qetilkirina Nagihan Akarsel, salvegera çalakiyên Geziyê, tecrîd û panelan şopandibû û dîmen û wêne girtibû. Kişandina çalakiyan û parvekirina wan jî weke sûc hate nîşandan.    ÎDIAYA ’10 HEZAR TL ALÎKARIYA FÎNANSÎ JI RÊXISTINÊ RE KIR’    Li gorî rapora MASAK’ê ya di îdianameyê de cih girtî; ji bo pereyên Akbulut şandin an jî jê re hatine şandin ku bi giştî 10 hezar TL nagirin, îdiaya “alîkariya fînansî daye rêxistinê” hate nirxandin. Kovarên Jineolojiyê û wêneyên Akarsel ên li mala wê hatine dîtin, pirtûkên Rengê Xemrî yê Siyaseta Kurd û Nîşeyên Dersan ên Jineolojiyê jî weke sûc hatin nîşandan.    4 ROJNAMEGER BI MEHA YE TÊN MIJÛLKIRIN   Li hêla din derheqê nûçegihanên MA’yê Tolga Guney, Delal Akyuz û nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin ku hefteyê du rojan îmzeyê didin û nûçegihana MA’yê Semra Turan de jî hêj biryar nehatiye dayin.    YILIDIRM: PÊVAJOYÊ DIRÊK DIKIN   Ji parêzerên dosyayê Abdulmecît Yildirim bi bîr xist ku Akbulut di hefa malê de ye û wiha got: “Nirxandina vî cezayî 3 mehan carekê li ser dosyayê tê kirin. Wê jî bo formalîteyê û bi awayekî ku em tev li nebin dikin. Ferqa hefsa malê û girtinê nîne. Em nizanin ev dem dê çiqas dirêj bibe. Me ji bo rakirina cezayê hefsa malê daxwazname da 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran. Lê ji ber ku dosya ji ji 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran re şandiye, xwest ew biryarê bidin. Anku dirêjbûna vê pêvajoyê tê wateya dirêjbûna hefsa malê jî. Hefsa malê êdî veguheriye cezayê. Dema dosya di qonaxa dozgeriyê de muxatab hebûn lê niha em nizanin dê daxwazê ji kîjan dadgehê bikin.”    AKBULUT: VEGUHERÎ CEZAKIRINÊ   Akbulut jî têkildarî îdianameyê axivî û wiha got: “Ev nêzî 9 meh in tevî sê hevalan em di hefsa malê de ne. Îdianame hate amadekirin. Li ser îfadeyên şahideka eşkere ku nizanim kî ye, di hefsa malê de têm ragirtin. Ji mafên şexsî û azadiya xwe bêpar dimînim. Êdî ev veguyeriye cezayê. Hêj roja danişînê jî diyar nîne. Em dixwazin ev pêvajoya tavilê bi dawî bibe.”    MA / Tolga Guney