Li Xarpêtê ji ber erdhejê 94 kes birîndar bûn 2024-10-16 16:07:47   AMED - Waliyê Xarpêtê Nûman Hatîpoglû ragihand ku di erdhejê de 94 kes birîndar bûn e û di du avahiyan de xesar tespît kirine.    Îro erdheja ku navenda wê navçeya Kale ya Meletiyê bû bi pileya 5.9 erdhej pêk hat. Li bajarên wek Amed, Êlih, Riha, Meletî, Xarpêt û Dêrsimê jî erd hejiya û bû sedema tirs û fikaran. Waliyê Xarpêtê Nûman Hatîpoglû têkildarî erdheja qewimî daxuyanî da û destnîşan kir ku li gorî lêkolînên wan kiriye; li Xarpêtê 94 kes birîndar bûn e û di du avahiyan de jî xesar pêk hatiye. Hatîpoglû da zanîn ku gelek kesan ji ber tirs û xofê xwe avêtine û lewma gelek kes birîndar bûn e.    Hatîpoglû ji bo tevdîra erdhejê banga hişyariyê li xelkê bajêr kir û got ku ji ber erdhejê kevir û tat gindirî ser rêyên gundan bûne û lê rê nehatine girtin û tîmên wan mudaxileyî vê yekê dikin.