Arinç: Ger hûn ji Ocalan bangekî bixwazin, divê hûn binê gotina xwe tije bikin 2024-10-17 12:00:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Bulent Arinç ê AKP’î diyar kir ku kesên dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin divê hemû xetereyan bigirin ber çavan û wiha got: “Hûn ji Ocalan dixwazin ku bangawaziyê bike, wê demê divê hûn binê vê gotina xwe tije bikin.”    Bulent Arinç ê AKP’î ku di “pêvajoya aştiyê” ya di navbera salên 2013-2015’an de bi awayekî çalak cih girtibû, têkildarî nîqaşên li ser “pêvajoya çareseriyê” ji Artigerçekê pirsên Îrfan Aktan bersivand.    Arinç, got ku ji berê ve li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd heye û ev tişt anî ziman: “Divê ev pirsgirêka were çareserkirin.” Têkildarî silavdayina Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û daxuyaniyên wî jî Arinç wiha got: “Bahçelî herî kêm du sal e her roj dibêje ‘Divê HDP were girtin’, ‘Heke HDP’ê negire divê AYM were girtin’ û hwd. dibêje. Lê niha dibêje ‘em ketin pêvajoyeke nû.’ Divê mirov bi vê keyfxweş bibe lê li rexa din jî mirov dibêje ‘ewqas dem vala çû’ û xemgîn dibe. Madem dê me ev bikira, dê me aştî bikira û bi filan kesan re biaxiviyan, wê demê çima piştî Basra wêran dibe em dikin? Nîqaşên demên dawî, nîşaneya serdemeke nû ne. Hûn çi navî lê dikin bikin, hewcehî bi pêvajoyeke nû heye. Lê divê naveroka wê hebe.”    BERSIVA ‘ÇAVÊ SÊYEMÎN’   Bi domdarî Arinç ev tişt anî ziman: “Yên ji berê ve vê pêvajoyê dişopînin, dîroknas, civaknas, siyasetmedar bila bên cem hev û li gorî min bila Meclis vê pêvajoyê birêve bibe. Ji ber ku di dema ‘pêvajoya çareseriyê’ de ev daxwaz hebû. Lê me ev pêvajo bi xebatên MÎT’ê û arastekirinên hikûmetê meşand.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di dema “Pêvajoa çareseriyê” de daxwaza “Çavê sêyemîn” kiribû û Arinç wiha bersiv da pirsa “Hikûmetê çima ev daxwaz qebûl nekir” da: “Me nexwest wan raste rast bikin muxatabên xwe. Ji ber ku me bi rêya MÎT’ê dikir. Li rexekî rêxistin, li rexekê dewlet; me teqez nedikariya vê bikin. Me xwest bi baldarî bimeşînin. Dibe ku di xerabûna wê pêvajoyê de qebeheta me jî hebe lê xayintî li me hate kirin.”    DIVÊ ÎKTÎDAR ÇI BIKE?   Arinç, got ku heke pêvajoyek dest pê bike divê yekser bi muxatabên siyasî re were kirin û pirsa “Divê îktîdar çi bike” jî wiha bersivand: “Hakan Fîdan dînamîkên vî karî dizane û niha wezîrê karên derve ye; ji berê ve em bi Îbrahîm Kalin re dixebitin. Belkî jî Alî Yerlîkaya. Şandeyeke bi vî rengî dikare li ser navê îktîdarê vê pêvajoyê birêve bibe. Dê encam erênî be. Milet ji vê re amade ye.”    'DIVÊ BINÊ GOTINÊ BÊ TIJEKIRIN’   Arinç, bal kişand ser bangawaziya Bahçelî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirî û wiha pê de çû: “Heke daxwaza we ji Ocalan hebe ku bangawaziyê bike, wê demê hûn mecbûr in binê vê tije bikin. Ocalan 11 sal berê ev bangawaziye kir; hûn dizanin piştre çi qewimî. Heke em hatin ber tiştên nû, wê demê pêdivî bi dînamîkên nû heye.    Pirsa “Dînamîkên çawa?” jî Arinç wiha bersivand: “Ez dizanim lê nikarim bibêjim.”    'JI BO ÇARESERIYÊ HÊVIYA MIN HEYE’   Arinç, anî ziman ku di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de hêviyên wî hene û ev nirxandin kir: “Kesên dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, divê her cureyên xetereyan bigirin ber çavan. Ji bo çareseriyê pêdivî bi îradeyeke siyasî heye. Aliyên vê yên hiqûq û edaletê, aştiya civakî hene. Her wiha pêdivî bi lihevkirina bi rojnameger û nivîskaran re heye. Ewqas kes girtî ne, divê ev kes azad bibin. Divê îradeyeke giştî were raberkirin û gotina ‘Em xwedî vê fikrê ne, dixwazin pêk bînin’ bes dike. Hewcehî bi manîfestoyê nîne. Bila îktîdar bibêje ‘ev kes bi vî karî re berpirsyar e’ û aliyê din jî bibêje ‘temam, dê ev hevalên me jî di vê mijarê de bibin alîkar’ bes dike. Hewce bike bila li Meclisê komîsyonek were avakirin, dixwazin jî li ser platformeke derve bila bimeşe. Lê bi şertê ku ew kes tam rayedar bin. Înşala dê bibe, em ji dil ji vê bi bawerin. Hema bila tenê îrade hebe, bes dike.”