Rojnamevanên ji binçavan hatin berdan: Ji ber belgekirina îşkenceyê me kirin binçavan 2024-10-17 13:00:21   ŞIRNEX - Rojnamevan Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş ku bi îşkencekirinê hatin binçavkirin diyar kirin di dema binçavkirinê de ewilî wênekêşên wan hatine desteserkirin û paşê hatine şikandin, bi tundiyê re rû bi rû mane û li dijî vê yeke dê serî li ÎHD bidin û gilî bikin.     Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li bajarokê Tilqebînê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” di 15'ê cotmehê de çalakiya nobetê dan destpêkirin. Dayikên Aştiyê yên ku ji bajarên Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg, Riha, Sêrt, Îzmîr û Mêrsînê hatin bajarokê Tilqebîn li ber avahiya DEM Partiyê li hev civiyan û xwestin daxuyaniyê bidin. Dema ku dayikan xwest daxuyaniyê bide ji aliyê polîs û cendermeyan ve bi êrişeke tund re rû bi rû man. Di encama êrişê de Dayikên Aştiyê, rojnameger û siyasetmedar jî di nav de 22 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Hevserokê DEM Partî yê bajarokê Tilqebinê Lezgîn Kosen jî dema hat binçavkirin bi lêdanê re rû bi rû ma û parsûyên wî hatin şikandin û niha jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.    Yên ku hatin binçavkirin piştî 24 seatan hatin berdan û Dayikên Aştiyê jî di roja 3'yemîn de çalakiya xwe didomînin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş û nûçegihana JinNewsê Derya Ren jî hatibûn binçavkirin û piştî îafdeyan hatin berdan. Durgut û Altintaş qala binçavkirina xwe kirin û dan zanîn dema binçavkirinê ew bi îşkenceyê re rû bi rû man e û kameraya wan hatiye şikandin û dê li dijî vê yekê gilî bikin.    ‘HER TIM ME DIKIN HEDEF’    Zeynep Durgut bi lêv kir ku çapemeniya azad her tim bi tundiyan rû bi rû maye û tundî di roja me ya îro de jî berdewam dike. Durgut anî ziman ku ji ber xebatkarên çapemeniya azad rastiyê radigihînin hedef tên girtin û wiha got: "Di salên 1990'an de heta niha yên ku rastî derxistinê holê û ji bo vê yekê ketiyê nava hewldanê, bûye hedef. Yên ku rastiyê diparêzin çapemeniya azad e. Ew kevnaşopî bi apê Mûsa dest pê kir û bi Gurbetellî Ersoz û Ayfer Serçe heta roja me ya îro hatiye. Gelê kurd bi salan e têkoşîneke rewa dide. Ji ber wê jî rastî zilm û zordariya dewletê tê. Lê ew berxwedan jî berdewam e. Yek jî qadên berxwedana gelê kurd herêma Botanê ye. Em jî weke nûçegihanên azad li Botanê ew pêkanînên ku dewlet li vir dide meşandin bi pênûs û kamerayên xwe radigihînin û derdixin holê û teşhîr dikin. Ez jî weke rojnamegereke çapemeniya azad li vê herême dixebitim. Kengî em bernameyên ji aliyê sazî û rêxistinên demokratîk ve tên lidarxistin dişopînin raste rast hedef tên nîşandan."   'YEKSER ME KIRIN HEDEF’    Durgut destnîşan kir ku di dema wan çalakiya Dayikên Aştiyê dişopandin hatine binçavkirin û got ku armanca binçavkirina rojnamevanan ew bû ku îşkenceya li  dayikan dihat kirin nayê belgekirin. Durgut wiha dirêjî da axaftina xwe: "Armanca çalakiya Dayikên Aştiyê aştî ye. Ji ber ku şerek heye û yên ku vî şerî bidin sekinandin jî dayik in. Weke xebatkarên çapemeniya azad em jî li wir bûn û me xwest dengê dayikan bidin bihîstin. Lê weke her car êrişî daxuyaniya dayikan kirin. Di vê êrişê de gelek dayik bi erdê re hatin kaşkirin. Yên ku vê îşkenceyê belge bikin jî rojnameger in. Me jî xwest vê îşkenceyê belge bikin. Di encamê de me jî ji ber ku wê îşkence belge dikir yekser me xistin hedefe û ez û hevalên xwe rojnamevan Mahmût Altintaş û Derya Ren hatin binçavkirin."   'EWILÎ WÊNEKÊŞÊN ME DESTESER KIRIN’    Durgut bal kişand ser îşkenceya dema binçavkirinê li wan hatiye kirin û wiha axivî: "Dema ez hatim binçvakirin di serî de dest danîn ser wênekêşa min. Ji ber ku min ew îşkence bi wê wênekêşê belge dikir, ewilî dest danîn ser wênekêşa min. Piştre jî li min dan û bi rêbaza îşkencekirinê kirin binçavan. Di dema binçavkirinê de jî me got em rojnameger in, jixwe wan jî dizanibû em rojnameger in lê bi heqeret û lêdanê me xistin binçavan. Ew ne binçavkirina yekemîn e û ne jî wê ya dawî be. Lê em ê ji wan netirsin. Rastiyek heye û em neçarin ku van rastiyan derxînin holê. Ji ber ku pêywîr û berpirsyariyeke li ser milê me heye û em ê jî vê berpirsyariyê pêk tînin. Em ê ji niha şûn ve jî nûçegihanên çapemeniya azad û jineke kurd, van rastiyan derxînin holê. Heta wênekêşa me bixebite em ê van pêkanînan, zilm û zordariyên dewletê ji raya giştî re parve bikin. Çapemeniya azad tu car bêdeng nebûye û wê tu car jî bêdeng nebe. Li dijî îşkenceya ku li me kirin em ê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bidin û gilî bikin. Kêliya binçavkirinê bi jop û mertalên di destê wan de li me dan. Di warê hiqûqî de çi pêwîst be em ê bikin.”    'DAYIK BI ÎŞKENCEKIRINÊ HATIN BINÇAVKIRIN'   Rojnamevan Mahmut Altintaş çalakiya Dayikên Aştiyê ya bi mebesta pêkanîna aştiyê li dar xistin bi bîr xist û ji bo ew nûçeyê bişopînin di destpêkirina çalakiyê de li wir amade bûn. Altintaş anî ziman ku Dayikên Aştiyê dema xwestin daxuyanî bidin bi êrişê re rû bi rû man û wiha got: "Bi salan e li tevahiya Kurdistanê êrişek heye ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve. Di van demên dawî de jî li dijî Herêma Kurdistanê êrişeke berfireh hat destpêkirin û ew êriş hê jî berdewam dikin. Meclisa Dayikên Aştiyê jî ji bo balê bikşînin li ser vî şerî bi daxwaza aştiyê li bajarokê Tilqebîn a navçeya Silopiyayê ya Şirnexê çalakiyek dan destpêkirin. Weke nûçegihanên kurd û çapemeniya azad me jî xwest vê çalakiyê ji raya giştî re parve bikin.”    ‘EM Ê GILÎ BIKIN DA KU DOZ WERE VEKIRIN’    Altintaş da zanîn ku dema ew hatine binçavkirin bi îşkenceyê re rû bi rû mane û ew ê li dijî vê îşkenceyê gilî bikin. Altintaş axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Me xwest em belgeyên wê îşkenceya li ser dayikan bikişînin û ragihînin. Ji ber wê êrişî me jî kirin. Em her sê hevalên rojnamevan bi îşkencekirinê hatin binçavkirin. Kamera û wênekêşên me ku îşkenceyê dikişandin jî desteser kirin û şikandin. Dema me xistin binçavan gelek tundî li me kirin. Em ê jî li dijî vê yekê serî li ÎHD’ê bidin û gilî bikin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin meşandin. Em ê her tim li ser wezîfe û karê xwe bin. Em ê her daîm îşkence û şerê li ser vê axê tê kirin, eşkere bikin û ragihînin. Tu astengî, tu binçavkirin û girtin nebûye sedem ku nûçegihanên kurd bi paş ve gav biavêjin. Ji ber lêdana polîs û leşkeran xesar gihîşt parsûyên min û hê jî şopa tundiya wan li ser laşê min heye. Em ê gilî bikin ku da doz li wan bê vekirin.”