Li dijî binpêkirinên li Girtîgeha Kirşehîrê greva birçîbûnê hate destpêkirin 2024-10-17 13:32:57   KIRŞEHÎR - Girtiyên li Girtîgeha Kirşehîrê li dijî binpêkirinan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin.    Girtiyê bi navê Necdet Ozturk ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê tê ragirtin, di hevdîtina ser telefonê ya vê hefteyê de têkildarî binpêkirinan agahî da malbata xwe ya li Dîlokê dijî.  Ozturk, da zanîn ku girtiyan nayînin cem hev û bi hev re dernaxînin atolyeyan. Ozturk, da zanîn ku ew li dijî binpêkirinan têdikoşin û ev agahî parve kir: “Me li dijî binpêkirinan dest bi çalakiya greva birçîbînê ya dorver kir. Her sê rojan carekê dê komek dewr bigire. Heta ku daxwazên me tên qebûlkirin jî dê çalakiya me bidome. Niha em sê heval li cem hev in lê her hevalekê me danîne quncikekî. Em bi zor û zehmet dengê hev dibihîsin. Di roja duşemê de me dest bi çalakiyê kir û xwestin bi darê zorê me ji hucreyê derxsînin. Ji ber ku zexta raya giştî heye nikarin niha êriş bikin. Çendek roj berê parêzer û parlamenter hatin û me rewş ji wan re vegot.”