Li gorî wezaretê tundiya polîsan qanûnî ye! 2024-10-17 13:42:48   ENQERE - Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê diyar kir ku tundiya polîsan a li dijî kesên tev li çalakiyên li dijî xespkirina îradeyê ya li Wanê bûn “qanûnî” ye.    Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin tundiya polîsan a di çalakiyên li dijî hewldana xespkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de bi kar anîn, ji Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê pirsî. Altin, pêşnûmepirs di 15’ê nîsanê de pirsên weke ; “Çend kes hatin binçavkirin? Ji binçavkiriyan çend jê zarok in? Sedema tundiya polîsan a li dijî çalakvanan çi bû? Gelo hêzên ewlekariyê yên ev tundiye kirin hatine cezakirin an na?” ji wezaretê pirsî.    Wezaretê li şûna bersiva pirsên di pêşnûmeyê de bide, cih da hejmara çalakî û xwepêşandanên di salên 2023 - 2024’an de li Kurdistan û Tirkiyeyê hatine lidarxistin.  Wezaretê îdia kir ku li dijî qismekê van çalakiyan di çarçoveya “qanûnî” de mudaxile kirine. Wezaretê bal kişand ser çalakiyên li Wanê jî û îdia kir ku 13 hezar û 824 kes tev li bûne. Wezaretê îdia kir ku li gorî “bikaranîna zorê ya qanûnî” mudaxileyî 12 çalakiyan kirine.    BERTEK NÎŞAN DA   Guneş bertek nîşanî bersivên wezaretê da. Guneş, diyar kir ku AKP’ê li Kurdistanê winda kiriye lewma polîsan serî li tundiyê dane. Guneş, got ku tişta wezaret jê re dibêje “bikaranîna zora qanûnî”, îşkencekirina jin, ciwan û zarokan e.