Fûara Pirtûkên Kurdî: Em pirtûkên xwe binasin û bixwînin 2024-10-17 13:48:55   ÊLIH - Weşanger û nivîskarên beşdarî Fûara Pirtûkên Kurdî ya Êlihê bûn diyar kirin ku ew hemû xwîneran vedixwînin fûarê û ev bang kirin: “Werin em pirtûkên xwe binasin û bixwînin.”    Şaredariya Êlihê, Komeleya Çand û Lêkolînên Kurdî ya Arî (ARÎ-DER) û Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen) li Êlihê Fûara Pirtûkên Kurdî ku dê heta 20’ê cotmehê berdewam bike li dar dixin.    Fûar di roja duyemîn de bi eleqeya xwîneran didome û gelek kes tên serdana standan dikin û pirtûkan dikirin. Weşanger û nivîskar bal kişandin ser girîngiya fûarê û her kesî vexwendin fûarê.    ‘XEBATEK YEKEM E’   Nivîskar Mehmet Afşar diyar kir ku cara yekem e li Êlihê xebatek wiha tê kirin û got: “Bi xêra fûarê gelê me pirtûk û nivîskarên xwe nas dikin. Lewma fûar gelek girîng e. Mirov her çiqas bi zimanê xwe bixwîne, binivisîne û xwe bi rêxistin bike wê zimanê wî gelî neyê tunekirin. Di salên dawî de asîmîlasyon pirr zêde bûye û bi zarokan re bi zimanê dayikê nayê axaftin. Li ser kurdî asîmîlasyonek pirr zêde heye. Ev xebatên bi vî rengî dê dikarin hinek pêşî li vê yekê bigirin. Divê xebatên wiha her tim bên kirin. Heke zimanê kurdî di nav malbatê de bê axaftin, heke pirtûkên kurdî bên xwendin, bi rastî jî wê ev ziman tu carî neyê jibîrkirin. Her çiqas êriş li ser hebin jî wê ew êriş bêbandor bimînin. Kurdî gelekî li pêş ketiye, derketiye astek gelek baş. Divê hemû malbatên me di nav malê de bi zarokên biçûk re bi kurdî baixivin û her tiştên xwe bi kurdî bikin. Lewma ez vê xebatê wek mînak dibînim.”    'DIVÊ EM XWEDÎ LI PIRTÛKÊN KURDÎ DERKEVIN’    Afşar anî ziman ji salê carek divê fûarên wiha bên kirin û xwest her kes xwedî li ziman û pirtûkên kurdî derkeve.    Nivîskar Onder Kirmizitaş jî bi bîr xist ku li Êlihê cara yekemîn e xebatek wiha tê kirin û ji ber vê yekê ew gelek bextewar in û xwest her kes bi hişmendî û ferasetek kurdewar nêzî xwe û zimanê xwe bibe. Kirmizitaş xwest ku xelkê Êlihê xwedî li fûarê û pirtûkên kurdî derkeve.    'XEBATÊN WIHA DÊ PÊŞÎ LI ASÎMÎLASYONÊ JÎ BIGIRIN’    Xwediyê Weşanên Morî Zarok Mem Bawer jî d zanîn ku di heyamên qeyûm de fûarên dihatin lidarxistin bang li weşanxaneyên kurdî nedihatin kirin  û ji ber vê yekê ev fûara li Êlihê pirr girîng e. Bawer diyar kir ku zarokek dema tê li standan pirtûkên kurdî dibîne pirr kêfxweş û şanaz dibe û got: “Hem zarok şanaz dibe hem jî dibîne ku pirtûkên kurdî yên zarokan hene. Di dilê wan de hezkirinek çêdibe. Ji zimanê xwe hez dikin, bala wan dikişîne. Ji ber vê yekê xebatên wiha pêşî li asîmîlasyonê jî digirin.”    BANGA XWEDÎDERKETINA WEŞANXANEYÊN KURDΠ   Bawer anî ziman ku desthilatdarî naxwaze pêşketina zimanê kurdî çêbibe û got: “Tehamûlî du peyvên bi kurdî nakin. Peyvên Pêşî Peya û Hêdî sûc hatin dîtin. Heke xebatên mîna vê fûarê hebin wê hem gelê me xwedî li çanda xwe hem jî li zimanê xwe derkeve û wê ziman li pêş bikeve.”    Bawer destnîşan kir ku pêwîste di nav gel de yekitî çêbibe û wiha got: “Em dixwazin gelê me di vê hişmendiyê de be. Werin em bi hev re xwedî li weşanxaneyên kurdî derkevin. Werin hem ji bo xwe hem jî ji bo zarokan pirtûkên kurdî bistînin. Em xwedî li zimanê xwe derkevin ku siberojê zimanê me zindî bimîne û li pêş bixin. Di nav gel de, li bazarê li xebatên çand û hunerê, li şaredariyê di jiyana rojane de li her qadê em bi zimanê xwe bipeyivin û xwedî derkevin. Rêya vê yekê di ku de derbas dibe? Helbet bi xwendina pirtûkên kurdî.”    'WERIN EM PIRTÛKÊN XWE BINASIN Û BIXWÎNIN’    Ji Weşanxaneya Vate ya bi zaravayê kirmanckî nivîskar Denîz Gunduz jî diyar kir ku fûarên pirtûkên kurdî ji bo wan û gelê kurd tiştek watedar û girîng e û wiha got: “Eleqeya gel ji bo pirtûkên kurdî heye. Ev eleqe zêdetir bûye. Belê rast e li ser zimanê kurdî êrişek heye. Lê belê xwedîderketina li ziman jî heye. Ji ber ku gelê me xwedî li ziman û çanda xwe derdikeve, êriş li ser hev pêk tên. Êrişên li ser kurdan ne îro pêk tên, bi salane didomin. Lê divê gelê me bi her awayî li dijî van êrişan xwedî li xwe, ziman û çanda xwe derkeve.”    Gunduz ev bang kir: “Sedemek hatina me ya vir jî hevnasîna me û xelkê li vir e. Em mirov û xwînerên nû nas dikin. Xwîner û welatiyên me ku tên vir hem pirtûkên kurdî nas dikin hem jî dikirin û dixwînin. Ji ber vê yekê banga min li her kesî ew e; bila werin vir, em sohbet bikin, hev nas bikin, em pirtûkên xwe nas bikin û bixwînin. Em ê bi vî awayî xwedî li zimanê xwe jî derkevin.”