Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî sîxurkirinê dan 2024-10-17 14:10:08   STENBOL - Rêxistinên ciwanan, bertek nîşanî polîtîkayên zext û sîxurkirinê dan û diyar kirin ku ji rewşeke gengaz a neyînî wê Midûriyeta Polîsan a Stenbolê berpirsyar be.   Rêxistinên Ciwanan têkildarî gefa polîsan, hewldana sîxurkirinê û êrişên li dijî ciwanan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Têkoşîna şoreşger a ciwanan nikare bi zext û gefan were têkbirin” hate vekirin. Yek ji ciwanan Yaren Sarisaltik, bal kişand ser zextên polîsan ên di demên dawî de zêde bûne û wiha got: “Ev rêbazên zextan weke hewldanên gefxwarin, sîxurkirin û revînê derdikevin pêşberî me. Bi awayekî keyfî bi ser malên me de digirin, hewl didin ji parvekirinên medyaya dîjîtal di bin navê propagandaya rêxistinê de sûc bikin. Polîs li malbatên hevalên me û hevrêyên me digerin, kesên ku xwe weke polîsên ji têkoşîna bi terorê re didin nasîn li kolanan gefan dixwin.”   ‘BERPIRSYAR MIDÛRÊ POLÎSAN E’    Sarisaltık, bi lêv kir ku li dijî zextan ne bêçare ne û anî ziman ku dê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin. Sarisaltik, wiha got: “Em ciwanên rêxistinbûyî ne ku di her firsendê de tînin ziman ku em li pêşberî van hemû pirsgirêkan bêçare nînin û ev pergal riziya ye û pêwîstî bi guhertina wê heye. Li hemberî van hemû pirsgirêkan, dewleta ku dizane ji bilî nîşandana binçavkirin, girtin, gef, zext û tundiyê ti çareya xwe nîne, vê çûvî herî zêde li dijî şoreşgerên pêşverû-şoreşger bi kar tîne. Çi dikin bila bikin, hewldanên wan pûç in. Em ê li hemberî vê pergala riziyayî têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî û hevgirtina xwe ya şoreşgerî bilind bikin. Zext nikarin me têk bibin. Heke tiştek bi serê hevrê û hevalên me yên li derdora me were berpirsyar Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ye. Em ê li hev xwedî derkevin, têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”