Cezayê pere li Prof. Dr. Fîncanci hat birîn 2024-10-17 15:00:09   ENQERE - Der barê Seroka TTB’ê ya berê Şebnem Korur Fîncanci de bi hinceta ku têkildarî çekên kîmyewî daxuyanî da doz hatibû vekirin. Dadgehê dozê veguherand cezayê pere û 50 hezar lîre ceza li Fîncanci birî.    Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci di sala 2022’yan de têkildarî çekên kîmyewî yên ku artêşa tirk bikar anîbû de daxuyanî dabû. Piştî daxuyaniyê doz li Fîncanci hat vekirin. Doza tazmînata manevî ya der barê Fîncanci de hatibû vekirin, bi encam bû. Biryara dozê hat dayîn. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Enqereyê hat lidarxistin û parêzerên terefan amade bûn.    Parêzera Fîncanci, Merîç Eyuboglû bal kişand ser hûrguliyên dozê û destnîşan kir ku rewşek ku hukm li ser tazmînatê manevî bê dayîn nîne û daxwaza redkirina dozê kir.    Dadgehê cezayê pere da Fîncanci û 50 hezar lîre ceza lê birî.