Li Şirnexê xwendekar ji bo Rojînê meşiyan 2024-10-17 16:00:30   ŞIRNEX - Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê ji bo Rojîn Kabaîşê meş li dar xistin û gotin ku ji bo êdî tu jinên din neyên qetilkirin dê têkoşîna xwe bidomînin.    Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ku 18 roj piştî windabûnê hate dîtin, li kampusa zanîngehê meş li dar xistin. Xwendekarên li pêşiya Fakûlteya Endezyariyê hatin gel hev, ji pêşiya kampusê heta pêşiya xwaringehê meşiyan. Xwendekaran li vir daxuyanî dan. Meş, bi dirûşma “Ji bo Rojînê edalet” hate lidarxistin û xwendekaran dovîzên “Berxwedana jina”, “Em naxwazin bimirin” û “Ji bo jinên çîrokên wan nîvcomayî” hatin hilgirtin.    ‘ÊDÎ BES E’   Arîfe Dîndar li ser navê xwendekaran axivî û wiha got: “Hevala me Rojîn bû qurbana cînayetên jinan ku di nava civakê de zêde bûne. Ji Gulistan Dokuyan heta Narînan, ji Narînan heta Leylayan, ji Leylayan heta Îkbalan, ji Îkbalan heta Rojînan ma em ê heta kengî bên qetilkirin? Em dibêjin êdî bes e. Ji bo tu hevalên me kêm nebin, em ê li her qadê ji cînayetên jinan re bibêjin bes e.”    Xwendekaran li pêşiya xwaringehê 10 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Çalakî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.