Nimûneyên ji Çemê Dîcleyê hatin girtin paqij derketin 2024-10-17 16:07:56   AMED - Komên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî kefa spî ya li ser Çemê Dîcleyê çêbûn nimûne girtin û encamên wan paqij derketin.    Li navçeya Bismilê ya Amedê di Çemê Dîcleyê de gelek kefa spî derket holê. Li ser vê yekê komên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nimûneyên kefa spî girtin û analîz kir. Encamên nimûneyan paqij derketin. Nimûne, li Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) û Laboratuara Kontrolkirina Qelîteya Avê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Hawirdorê ve hatin lêkolînkirin û encamên wan paqij derketin.    Komên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Hawirdorê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî komeke taybet hilbijart û xebat meşand. Di encama xebata hûr û kûr de hate tespîtkirin ku rastî tu beravêtiyên febrîqeyan nehatine û sedema kefa spî jî wiha hate vegotin: “Rêjeya çem ji nişka ve bilind bû çem zûtir herikî. Vê jî rê li ber kefê vekiriye.” Her wiha hate gotin ku bêhn ji çem nayê û rastî tu qirêjiyê nehatine.