Prz. Kaya: Divê binpêkirinên li Girtîgeha Mêrdînê bên aşkerekirin 2024-10-18 09:04:12   MÊRDÎN - Hatibû îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Mizgîn Acarê hewl daye ku “întîhar bike” û Îbrahîm Bogûrcû bi derbaskirina krîza dil jiyana xwe ji dest daye. Parêzer Azad Kaya anî ziman ku divê binpêkirinên di van bûyeran de qewimîne bên aşkerekirin.    Tedawiya girtî Mizgîn Acar ku hate îdiakirin di 1’ê cotmehê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hewl daye “întîhar” bike li beşa lênêrîna awarte didome. Di çarçoveya lêpirsîna piştî bûyerê hatiye destpêkirin de îfadeyên gardiyanan û rayedarên girtîgehê hatin wergirtin.    Hate zanîn ku lêpirsîn bi gumana “întîharê” tê birêvebirin. Nîşeyên ku Acarê li dîwar û lênûska xwe nivîsîne jî hêj bi malbat û parêzerên wê re nehatine parvekirin.    ‘GUMANÊN ME HENE’    Yek ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Azad Kaya, diyar kir ku têkildarî rewşa Acar gumanên cidî hene. Kaya, da zanîn ku piştî ku Acar birin nexweşxaneyê malbata wê weke ku “întîhar kiriye” hatiye agahdarkirin û wiha got: “Piştî bûyerê em bi malbat û parêzerên wê re hevdîtin kirin. Me hewl da dosyaya wê û rewşa wê bizanin. Rêveberiya girtîgehê dibêje ku întîhar kiriye. Têkildarî nîşeya ku tê diyarkirin li ser dîwar nivîsandiye, li lênûska xwe nivîsandiye tu agahî nînin. Bi hinceta ku dozger hêj lêpirsîna xwe temam nekiriye nîşe û malzemeyên wê ji malbat û parêzerên wê re nehatine dayîn. Lê gumanên me yên cidî hene. Divê nîşeya ku Mizgîn Acarê nivîsandiye ji raya giştî re bê aşkerekirin. Heke îdiaya girtîgehê ya ku întîhar kiriye rast be jî divê derxînin holê ku îhmaleke çawa heye. Rêveberiya girtîgehê dibêje ku pirsgirêkên psîkolojîk ên Mizgîn Acarê hebûn. Dibêje li girtîgehê di bin çavdêriyê de dihate ragirtin. Madem di bin çavdêriyê de bû, çawa hewl daye întîhar bike. Girtîgeh neçare ku vê aşkere bike.”   ‘DIVÊ BINPÊKIRIN BÊN AŞKERE KIRIN’    Kaya, bi bîr xist ku hatiye îdiakirin ku Îbrahîm Bogûrcû di 13’ê cotmehê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Tiştên qewimîne ne asayî ne. Binpêkirinên li dijî girtiyan li holê ne. Di demekî ku şertên tecrîda girankirî tên pêkanîn û girtiyên nexweş bi darbestan radestî malbatên wan tên kirin de ev tiştên diqewimin nikarin bên paşguhkirin. Li Girtîgeha Mêrdînê di nava 2 hefteyan de bûyereke mirinê û li gorî îdiayê bûyereke întîharê pêk hatiye. Rayedar neçarin ku vê lêkolîn bikin. Neçarin ku bipirsin ka li Girtîgeha Mêrdînê çi diqewime. Divê demildest lêkolînên pêwîst bên kirin û destûr bê dayîn ku şandeyên serbixwe lêkolînan bikin. Divê bê lêkolînkirin ku Mizgîn Acarê întîhar kiriye an na. Heke întîhar kiribe jî divê sedemên ku wê ber bi întîharê ve birine çi ne û binpêkirin bên aşkerekirin. Her wiha divê bê lêkolînkirin ku heke Îbrahîm Bogûrcû krîza dil derbas kiribe jî ka xizmetên tenduristiyê têrker in an na, beriya niha heman nexweşiya wî hebû tevî vê yekê sewqî nexweşxaneyê hatiye an na? Divê lêkolînên pêwîst bên kirin.”   ‘DIVÊ DEST JI TECRÎDÊ BÊ BERDAN’    Kaya, da zanîn ku dê şopdarên pêvajoyên têkildarî rewşa Mizgîn Acar û Îbrahîm Bogûrcû de tên birêvebirin bin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mixabin di nava binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de diqewimin mafê jiyanê jî heye. Me hemûyan di demekî nêzîk de dît ku girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday çawa li ber çavan li benda mirinê ma. Tiştên îro li Girtîgeha Mêrdînê qewimîne ji van ne serbixwe ye. Ji ber vê yekê divê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin bên bidawîkirin û dest ji pêkanînên tecrîdê bê berdan. Divê derfet bên avakirin ku malbatên girtiyan têkildarî girtiyan agahiyên zelaltir bigirin.”    MA / Ahmet Kanbal