Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê 2024-10-18 09:07:34 ÎZMÎR- Parêzerên OHD'ê li girtîgehên Balikesîr û Îzmîrê bi girtiyan re hevdîtin kirin û diyar kirin ku mafên wan ên tenduristî û jiyanê tên binpêkirin û xwestin pirsgirêk bên çareserkirin.   Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê Ozcan Sarioglû û parêzer Mehmet Selahattîn Tîmûr, têkildarî binpêkirinên mafan ên ji aliyê girtiyan û xizmên wan ve ji komeleyên wan re hatine ragihandin, li girtîgehên Balîkesir Kepsût û Bûrhaniye û Îzmîr Kiriklar û Şakranê bi girtiyan re hevdîtin kirine. Girtiyan di hevdîtinan de ji parêzeran re gotin ku ji binpêkirina mafan ên tenduristiyê bigire heta muayeneya kelepçekirî, serdegirtinên qawîşê û pêkneanîna pêdiviyên wan gelek binpêkirinên mafan pêk hatine. Girtiyan pirsgirêkên ku bi wan re rû bi rû dimînin yek bi yek ji parêzeran re gotin.    Pirsgirêkên ku li girtîgehan rû didin wiha hatin rêzkirin;   BÛRHANIYE    * “Li Girtîgeha Bûrhaniyeyê serdêr di dema lêgerînê de tên tacîzkirin. Midûrê Girtîgehê li ser girtiyan hejmariya şipyakî ferz dike.   * Nexweşê CAOH Ubeydullah Yilmaz ji ber nexweşiya xwe bi şev nikare bêhnê bistîne. Daxwaza amûra oksîjenê nayê bersivandin.    * Girtiyê bi navê Mahsûm di encama emeliyata ku hatiye kirin de hêza milê wî kêm bûye. Pêdiviya wî bi tedawiya fizîkî heye, lê destûr nayê dayîn.   * Dema girtî der barê pirsgirêkên li girtîgehan de ji meclisê û parlamenteran re dinivîsin, Wezareta Dadê telefonî rêveberiya girtîgehê tê kirin û tê gotin ku çima nameyên girtiyan tên şandin.    * Li Nexweşxaneya Dewletê ya Bûrhaniyeyê, bijîşkê çav, fîzîknas û diransaz muayeneya bi kelepçe li girtiyan ferz dikin. Bijîşkek bi zanebûnî berçevkên hejmara wan mezin ji girtiyan re dinivîse.    * Malzemeyên jiyanê bi awayekî keyfî tên desteserkirin.   KEPSÛT    * Girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Kepsûtê diyar kirin ku li dijî binpêkirinên mafan gelek caran serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê dane, lê der barê aqûbeta wê de agahî negirtine.    * Ji sala 2020’î û vir ve bi sedan pirtûk hatine desteserkirin. Hejmara maseyên odeyan pir kêm bûye. Bihayên kantînê pir zêde ne...   * Ev demeke dirêj e girtî nebirine nexweşxaneyê.   ÎZMÎR   * Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmar 2 a Îzmîrê gelek caran bi ser qawîşan de tê girtin û hemû tişt tên belawelakirin.   * Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê ji meha Hezîranê û vir ve di warê binpêkirinên mafan de hevdîtinê bi Midûrê Girtîgehê re bikin. Li vir jî destê girtiyan li nezaretxaneya nexweşxaneyê tê kelemçekirin.    * Girtiya bi nexweşiya giran Fatma Ozbay ji ber ku li nexweşxaneyê bi kelepçe tê muayenekirin nikare bi rêk û pêk bê dermankirin.   * Midûrê Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Şakranê, daxwaza hevdîtina yek bi yek li girtiyan ferz dike.    * Li Nexweşxaneya Diranan a Konakê girtiyên bi navê Alî Tegî û Ramazan Atabey bi kelepçeyan muayene kirin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê jî girtiyê bi navê Mehmet Kutli û Mahfuz bi kelepçeyê muayene kirin. Lê belê girtî Kutli ji ber ku tedawiya bi kelepçe qebûl nekir bêyî ku bê muayenekirin ew şandin girtîgehê.   * Bi taybetî Nexweşxaneya Diranan a Konakê û Nexweşxaneya Bajêr muayeneya bi kelepçe ferz dikin.”