Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryara dadgehê bi cih neanî: Ji berdanê re bû asteng 2024-10-18 09:19:00   AMED - Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tevî biryara dadgeha înfazê jî berdana Tamer Tankikûlû yê 30 sal in girtî ye 6 mehan dirêj kir.    Tamer Tanrikûlû yê li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tê ragirtin bi sûcdariya “Hewl daye parçeyek ji axa di bin serweriya dewletê de ji rêveberiya dewletê veqetîne” di sibata 1994’an de hate binçavkirin. Cezayê hefsê yê muebedê li Tamer Tanrikûlû yê biryara girtina wî di adara 1999’an de teqez bû hate birîn. Tanrikûlû yê nêzî 31 sal in girtî ye li Girtîgehên Bergama, Çankiri, Yozgat, Bîngol, Bûrsa, Elbistan û Çankiriyê hate ragirtin. Tanrikûlû yê 3 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tê ragirtin, diviyabû di 3’yê sibata 2024’an de hatibûya berdan lê berdana wî 3 mehan hate taloqkirin.    Lijneya Çavdêrî û Îdareyê biryar da ku berdana Tanrikûlû cezayê wî yê dîsiplînê nîne bi îdiaya beşdarî çalakiyên hatine lidarxistin bûye û “ne di rewşeke baş de ye” 3 mehan taloq bike. Bi biryara ku bi piraniya dengan hate wergirtin re berdana Tanrikûlû cara ewil 3 mehan hate taloqkirin.    Tanrikûlû yê dema taloqkirina berdana wî qediya, di meha Gulanê de dîsa derket pêşberî Lijneya Çavdêrî û Îdareyê. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê vê carê berdana Tanrikûlû yê pirsa “PKK rêxistineke terorê ye?” nebersivand û ferzkirina hejmartina li ser piyan qebûl nekir 6 mehan hate taloqkirin. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê di biryara xwe de diyar kir ku ji ber bersiva pirsên têkildarî PKK’ê nedane “hezkirina wî ya rêxistinê” berdewam dike, ji ber vê yekê “ne di rewşeke baş de ye” û biryar bi pirandiya dengan wergirt.    DADGEHÊ XWEST JI NÛ VE BÊ NIRXANDIN    Li dijî biryarê parêzerê Tanrikûlû Yûsûf Çakas, li Dadgeha Înfazê ya Aksarayê îtîraz kir. Dadgeha Înfazê ku îtîraz nirxand, tespît kir ku ji ber di biryara lijneyê de nakokî hene û biryar bi rastiyên berbiçav nehatiye destekkirin, xwest biryara lijneyê bê betalkirin û rewşa Tanrikûlû jinûve bê nirxandin.    BERDANA WÎ 6 MEHAN HATE TALOQKIRIN    Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê ku biryar jê re hate şandin, bi hewldanên parêzerê Tanrikûlû ji bo ku rewşa Tanrikûlû binirxîne di meha îlonê de kom bû. Tanrikûlû tevî taloqkirina duyemîn a berdana wî ya 3 mehan temam kiribû jî lijneyê biryar da ku berdana Tanrikûlû ji meha îlonê ve ji bo 6 mehan taloq bikin.   Parêzerê Tanrikûlû Yûsûf Çakas li dijî biryarê careke din îtîraza Dadgeha Înfazê kir. Têkildarî serlêdanê hêj tu biryar nehatine dayîn.    MALBATÊ BERTEK NÎŞAN DA    Kekê Tanrikûlû, Enver Tanrikûlû, da zanîn ku diviyabû birayê wî di sibata 2024’an de hatibûya berdan lê bi hinceta bi PKK’iyan re di heman qawişê de dimîne berdana wî hate taloqkirin. Tanrikûlû anî ziman ku birayê wî di meha gulanê de derket pêşberî lijneyê lê bi hincetên pûç û vala yên weke hejmartina ser piyan qebûl nekiriye berdana wî 6 mehan hate taloqkirin. Tanrikûlû, diyar kir ku di hevdîtina dawî de birayê wî jê re gotiye ku tevî girtiyên bi navê Temel Yeşîlbaş û Sînan Yaşar cezayê li wan hatiye birîn temam kirine jî nayên berdan û wiha got: “Ev polîtîkaya dewletê ye, bi salan e wiha ye. Şewitandina înfazê binpêkirineke maf a mezin e, li hemû girtîgehan tê pêkanîn. Lê li Girtîgeha Aksarayê rewş hişktir e. Bila parlamenter û parazvanên mafên mirovan bi vê derê re eleqedar bibin.”   MA / Mujdat Can