Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Subaşi 2024-10-18 13:25:53   STENBOL - Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî yê berê Eyyup Subaşi.    Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî yê berê Eyyup Subaşi. Komeleyê, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Subaşi di sala 2023’yan de demekê girtî ma û wiha hate gotin: “Salek berî niha hevserokê berê yê komeleya me mamoste Eyyup Subaşi bi awayekî nehiqûqî hatibû binçavkirin. Û îro dadgehê di danişîna duyem de bi awayeke nehiqûqî 6 sal û 3 meh ceza lê birî. Nabe ku xebatên zimanê kurdî aktîvîstên zimanê kurdî û mafparêzî bibin mijarên cezakirinê.”    Bi domdarî komeleyê ev bang kir: “Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî van êriş û cezayên neheq bêdeng nemînin. Tekane armanca van pêkûtiyan ew e ku xebatên zimanê kurdî werin krîmînalîzekirin û werin rawestandin. Em vê bi tu awayî qebûl nakin. Em ji rayedaran re dibêjin; dest ji zimanê kurdî û xebatkarên zimanê kurdî bikêşin. Û vî cezayê nerewa bipaşve bikêşin.”