Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da 2024-10-18 13:33:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Li çoltarê Hewlêrê li dijî DAIŞ’ê operasyon hate kirin û di operasyonê de endamê asayîşê Muhammed Jalayî jiyana xwe ji dest da.    Navenda Yekitiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) ya Çemçemalê ragihand ku di encama operasyona şevê din li navçeya Teqteq a Hewlê li dijî DAIŞ’ê hatiye lidarxistin de endamê asayîşê Muhammed Jalayî jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Jalayî, endamê Midûriyeta Giştî ya Operasyonên Asayîşê ya Herêma Kurdistanê bû.    Serokê YNK’ê Bafel Talabanî sersaxî ji bo malbata Jalayî xwest.