Li navenda dengdayînê ya Hewlêrê dengê guleyan hat bihîstin 2024-10-18 13:40:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku li Dibistana Nergîzê ya li Taxa Azadî ya navçeya Şeqlawê di navbera pêşmergeyên PDK’î de şer derketiye û dengê guleyan hatiye bihîstin.    Li Herêma Kurdistana Federe li 4 herêmên hilbijartinê yên hêzên ewlehiyê, Kerkuk û 7 bajarên Iraqê dengdayîna taybet îro serê sibê dest pê kir. Li herêmên ku hêzên ewlehiyê lê deng bikartînin, ewlehî zêde kirine. Li gorî nûçeya Rojnewsê Şaxa 24’emîn a YNK’ê ya li Raperînê ragihand ku di danê sibehê de li navenda dengdanê ya li dibistana Nergîz a li taxa Azadî ya li bajarokê Şeqlawe di navbera pêşmergeyên PDK’ê de şer û alozî derketiye û dengê guleyan hatiye. Lê nayê zanîn ka birîndar hene yan na.   Ji danê sibehê ve dengdana karmendên Herêma Kurdistanê ya ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê berdewam dike. Dengdan wê di saet 18:00’an de bi dawî bibe. Biryare di 20’ê mehê de jî hilbijartina giştî were lidarxistin.