Li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê êrişî girtiyan hate kirin 2024-10-18 15:49:39   GÎRESÛN - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê tên ragirtin diyar kirin ku gardiyanan êrişî wan kirine û bang kirin ku bi awayekî “lezgîn” serdana girtîgehê bê kirin.    Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê tên ragirtin, bi malbatên xwe re bi telefonê axivîn binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû mane ragihandin. Girtiyan diyar kirin ku rêveberiya girtîgehê dixwaze hevalên wan ji wan veqetînin û têxin hucreyên yek kesî û dema ev yek qebûlnekirin jî gardiyan bi awayekî fizîkî êrişî wan dikin. Girtiyan anîn ziman ku ji jiyana hevalên xwe bifikar in û xwestin ku parêzer û parlamenter bi awayekî “lezgîn” serdana girtîgehê bikin û lêkolînan bikin.