Cenazeyê Stêrka YJA Starî piştî 79 rojan dan 2024-10-18 20:11:49   ŞIRNEX - Cenazeyê Eylem Stêrk a YJA Starî ku li Elkê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da, piştî 79 rojan radestî malbatê hat kirin.    Endama YJA Starê Meryem Onûr (Eylem Stêrk) li navçeya Hezex a Şirnexê hat definkirin. Cenazeyê Eylem Stêrk a di 31'ê Tîrmehê de li gundê Bilbêsê yê navçeya Elkê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da, piştî karen DNA'yê bi 79 rojan radestî malbata wê hat kirin. Malbatê cenazeyê ku li goristana bêkesan a Şirnexê hatibû definkirin wergirt û anî Goristana Şêx Hesen a Hezexê.   Jinan cenazeyê Stêrkê hilgirt û ew birin goristanê. Jinan li vir li ber tilîliyan cenaze defin kir.