ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-19 09:00:13     * Li navçeya Qilebanê ji ber "Bendava Ewlehiyê" ya lê hatiye çêkirin gelek gund di bin metirsiya de ne. Welatiyên herêmê hem ji ber xetereya hilweşina bendavê hem jî ji ber zelzelêyên li herêmê çêdibin bi fikar in û daxwaz dikin ku demildest tedbîr bên girtin.    * Hevserokê Şaxa SES a Êlih Cîhan Tuzun xwest têkildarî aqûbeta Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê ya blokeke wê di erdhejê de xesar dît, raya giştî rast bê agahdarkirin û xwest li heman herêmê nexweşxaneyeke din bê avakirin.    * Ji Şaredariya Êlihê Mehmet Esen, diyar kir ku eleqeyeke zêde ji bo Fûara Pirtûkên Kurdî heye û got: "Gel tê piştgirî dide, dipirse û dixwîn."   * Girtiyê nexweş Siddik Guler ê 84 salî bi kursiya biteker dikare bigere û nikare bi tena serê xwe lazmatiyên xwe dabîn bike, ji ber nîşeya "Baldar bin! Dibe ku bireve!" ya Wezareta Dadê sewqî Girtîgeha Îskenderûnê hat kirin.    * 3 ciwanên ku piştî kontrola nasnameyan a polîsan li Mûşê hatin desteserkirin, diyar kirin ku tundî û heqaret lê hate kirin gef li wan hate xwarin û ji baroyê daxwaza alîkariya hiqûqî kirin.    * Suat Aslan ê ku li navçeya Elbakê bi awayek sîstematîk li hemberî zaroka 9 salî tacîza zayendî pêk anî, hat girtin. Dayika zarokê H.G. got ku ji bo îfadeyên xwe bi paş ve bikişîne gef lê tên xwarin.    * Baroya Stenbolê li Navenda Kongreyê ya Halîçê dê kongreya xwe li dar bixe. (09.00-15.00)   * Li navçeya Erxenî ya Amedê dê Festîvala Çandê ya Hîlar ku du rojan bê lidarxistin dest pê bike. (10.00)   * Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li Wanê dê beşdarî kongreya rêxistina xwe ya bajêr bibe. (10.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan pirs bikin û faîl bên darizandin dê li Qada Galatasarayê li hev kom bibin. (12.00)   * Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Colemêrgê dê çalakiyên heftane bidomînin. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol, Îzmîr û Enereyê bal bikişînin ser rewşa girtiya nexweş. (13.00)    * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî civîna MYK'ê dê li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (15.00) ZINDÎ   *  Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Enqereyê beşdarî şahiya salvegera damezrandina TMMOB'ê bibe. (17.00)