Gundên Qilebanê ji ber bendavê di xetereyê de ne 2024-10-19 09:00:31   ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê ji ber "Bendava Ewlehiyê" ya lê hatiye çêkirin gelek gund di bin xetereyê de ne. Welatiyên herêmê hem ji ber xetereya hilweşina bendavê hem jî ji ber erdhejên li herêmê çêdibin bi fikar in û daxwaz dikin ku demildest tedbîr bên girtin.    Bendavên bi navê "Bendava Ewlekariyê" ku di sala 2009'an de li ser Çemê Robozik yê navçeya Qilêban a Şirnexê hat çêkirin pêşiya xetereyan vedike. Gundên Kiror, Becûh, Robozik, Şiwêt û Nêrweh ên navçeyê ji ber ku diwarên bendavê saxlem nehatinê çêkirin û metirsiya hilweşîna bendavê heye bi fikar in. Heke bendav ji ber ava ku di qulên bendavê de diherike hilweşe, dê gund di bin avê de bimînin. Her wiha piştî çêkirina bendavê li herême gelek caran erdhej çêbûne û welatî di bin metirsiya erdhejê de ne. Li herêmê ji ber bendavên ku her 10 kîlometroyan carekê tên çêkirin, herikîna rûbaran kêm bûye gelek çem jî ziwa bûn. Li herêmê ji ber bendavên ku hatine çêkirin gelek caran hezaz çêdibin.   Ji ber ku tedbîr nayê girtin jiyana gundiyan di bin gefa bendav û erdhejê de ye. Şeniyên herêmê ji ber bêtedbîrbûna rayedarên dewletê jî bi bertek in. Gundê Nêrweh ku nifûsa wê 4 hezar e ji ber van sedemên heyî bifikar e. Ji bo tedbîr girtinê beriya niha şeniyên herêmê her çendî gelek caran daxwazname ji Qeymeqamtiya Qilebanê re şandibin jî bêencam maye û daxwazên wan pêk nehatine. Şeniyên gund ji neçariya xwe nobet dabûn destpêkirin. Li gundê ku tedbîr nehatin girtin, AFAD'ê bi girêka kevirên metirsiyê ji bo niştecihên herêmê çêdike bi têlên ji pola pêçandine û bi vî awayî çareserî dît. Lê hê jî xetereya ketina keviran didome.     Şeniyên gund daxwaz dikin ku gundê wan bê valakirin û tedbîr bên standin.    'GUND DI BIN XETERÊ DE NE'   Ji şeniyên gund Mahmût Aykût ê bi lêv kir ku bendav saxlem nehatiyê çêkirin, anî ziman ku heke bendav hilweşe dê gelek gundên herêmê di bin avê de bimînin û wiha got: “Ji ber bendava ku li vir hatiye çêkirin ne saxlem e, av di nava dîwarên wê re derbas dibe. heke wiha dewam bike, dîwarê bendavê wê hilweşe û gelek jî wê di bin avê de bimînin. Gelek gund di bin xetereya di bin avê de bimînin de ne. Heke erdhejek 3 noxte çêbibe ev bendav wê hilweşe. Li herême gelek mirov dijîn jiyana wan hemûyan jî di bin xetereyê de ye. Me gelek caran ji bo valakirina gundê xwe doz û daxwazname vekir, lê tu hewldanên me bi ser neketin.”     'ZEVİYÊN ME DI BIN AVÊ DE MAN'   Aykut, anî ziman ku ji ber bendavê zeviyên wan jî di bin avê de mane û ev tişt gotin: “Ji ber çêkirina bendavê êdî gel nikarin zeviyên xwe biçînin. Erdên me bi temamî wêran bûne. Qadeke ku em ajalên xwe lê biçerînin tune ye. Ne jî herêmeke ku em bikarin lê çandiniyê bikin. Gelek zeviyên welatiyên herêmê ji ber bendavê di bin avê de man. Lê pir kêm pere dan welatiyan. Dema bendav çêkirin weke şeniyên gund em li dijî derketin û me çalakî pêk anîn. Me gelek caran jî serledan kirin û doz vekir lê me nekarî encamekê bi dest bixin.”   XETEREYA ERDHEJÊ   Aykût bal kişand ser xetereya erdhejê ku ji ber bendavê derketiyê holê û wiha domand: “Piştî ku bendav çêkirin rêya gundê me jî guherandin. Piştî wê hertim hezaz çêbûn. Hûndirê gelek xaniyan tejî ax bû. Metirsiya erdhejê hê jî heye. Gundê me hem ji ber xetereya erdhejê û hem jî ji ber hilweşîna bendavê di bin metirsiyeyê de ye. Me gelek caran ji bo hezazê jî serledan kirin lê dîsa tu encam derneket. Daxwaza me ew e ku ji ber metirsiya hilweşîna bendavê û erdhejê zerara me bidin û gundê me bibin cihekî din.”   MA/ Mahmût Altintaş