Hem tacîz li keçikê hatiye kirin hem jî gefan li malbatê dixwin 2024-10-19 09:00:48 WAN - Suat Aslan ê ku li navçeya Elbakê bi awayek sîstematîk li hemberî zaroka 9 salî tacîz zayendî pêk anî, hat girtin. Dayika zarokê H.G. got ku ji bo îfadeyên xwe bi paş ve bikişîne gef lê tên xwarin.    Hat zanîn ku li navçeya Elbaka Wanê Sûat Aslan ê 50 salî ku dikana wî ya taştê heye bi mehan li hemberî zaroka 9 salî tacîza zayendî pêk aniye. Tiştên ku hatine serê zarokê ji dayika xwe H.G. re vegotiye û bi vî awayî ev bûyera tacîzê derketiye holê. H.G. têkildarî tiştên hatine serê keça xwe gilî kir û lêpirsîn hat destpêkirin. Suat Aslan di çarçoveya lêpirsînê de hat binçavkirin û girtin û ew şandin girtîgehê.    Zaroka 9 salî 30’ê yê tebaxê di îfadeya xwe ku dabû Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) de diyar kiribû ku her ew derdiket derve nêzî du sê mehan tacîza Aslan li hemberî wê berdewam kiriye. Zarok biçûk da zanîn ku Aslan piştî her wê tacîz dikir hişyarî lê kiriye ku ji kesî re nebêje û got ku ew der barê wî kesî de gilîdar e.    ‘GEFAN LI ME DIXWIN’    H.G. anî ziman ku piştî bûyera tacîza li hemberî keça wê derketiye holê nas û xizmên faîl gefan lê xwarin e. H.G. diyar kir ku ji bo ew îfadeyên daye bi paş ve bikişîne gef û zext lê tên kirin û got: “Dixwazin faîl paqij bihêlin. Îftîrayan li me kirin. Herî dawî gotin, ‘ne ya biçûk bûye tacîz li a mezin hatiye kirin’. Qey mezin be divê asayî bê dîtin? Dema mezin be qey wê sûc sivik bibe? Kesên cuda tên ber deriyên me û teklîfa pereyan li me dikin. Lê belê ez ê îfadeya xwe bi paş ve nekişînim. Zirarê daye keça min, derûniya wê xera bûye. Ez dixwazim cezayê herî giran li vî kesî bê birîn. Nexwe ne em ne jî zarokên me wê ne bi ewle bin. Heke tacîzkar, tecawizkar bêceza bên hiştin, wê jiyana me tu kesî ne di ewlehiyê de be. Divê hemû sazî û dezgeh di vê mijarê de bi hesasiyet tevbigerin.”