Fûara Pirtûkên Kurdî: Gel xwedî lê derdikeve, dipirse, dixwîne 2024-10-19 09:11:32   ÊLIH - Ji Şaredariya Êlihê Mehmet Esen, diyar kir ku eleqeyeke zêde ji bo Fûara Pirtûkên Kurdî heye û got: "Gel tê piştgirî dide, dipirse û dixwîn."   Fuara Pirtûkên Kurdî ya ku ji aliyê Şaredariya Êlihê, Komeleya Lêkolîn û Çanda Ziman Arî (ARÎ-DER) û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) ve hat organîzekirin wê heta 20'ê Cotmehê dewam bike.    GIRÎNGIYA FÛARÊ   Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Êlihê Ramazan Bîlmez destnîşan kir ku çalakiyên wekî fuarên pirtûkan ji bo belavkirina kurdî ya di nav pençên asîmîlasyonê de girîng in. Bîlmez destnîşan kir ku kurdî di bin zextê de ye, lewma divê li her qadê bê axaftin û xwendin.   Bîlmez diyar kir ku xebatên wekî fuarê bersiva qedexe û zextan e û got: "Bersiva êrişên faşîzmê û pergalê ye. Faşîzm li ser esasê tunekirina ava dike. Bi vê yekê kedxwariyê pêk tîne. Dibêje 'divê her kes bi yek ziman, yek çand, bi yek olê bijî.' Li dijî pergala qirêj xebatên me yên xwendinê, hişyarî û ramanê hene. Werin hem piştgiriyê bidin weşanxaneyên me û hem jî nivîskarên me."    30 WEŞANXANE BEŞDAR BÛN   Endamê Komîsyona Çand, Huner û Ziman a Şaredariya Êlihê Mehmet Esen diyar kir ku di pêvajoya 8 salan a qeyûm de li ser kurdî xebatek nehatiye kirin. Esen diyar kir ku walîtiyê weşanxaneyên kurdan venaxwendine çalakiyên ku tên lidarxistin û got: "Me bi taybetî xwest em vê nêzîkatiya li hemberî çanda kurdî bişikînin. Me beriya mehekê bi gotina 'Em ê çi bikin' biryara xwe girt.' Me li dijî nêzîkatiya pergalê ya li hemberî çanda kurdî ev biryar girt. Li dijî kesên ku dixwazin çanda kurdît une bikin derket holê. 30 weşanxane beşdarî fuarê bûn."    Esen bilêv kir ku ji bilî paqijî, rê, park û qadên hêşîn peywirên din ên şaredariyan hene û got ku xebatên çand û hunerê jî di nav van de ne. Esen diyar kir ku li dijî texrîbatên qeyûman di warê çand û hunerê de gelek xebat kirine û got ku xebatên wan dê bidomin.   Esen bal kişand ku eleqeyeke zêde ji bo fuarê heye û wiha got: "Gel tê û piştgiriyê dide fuarê, dipirse, dixwîne û gengeşe dike. Em hêvî dikin ku ev coş di rojên mayî de jî dewam bike. Werin, ziyaret bikin û bibînin.