Xwestin nexweşxaneya di erdhejê de zirar dît bê nûkirin 2024-10-19 09:13:17   ÊLIH - Hevserokê Şaxa SES a Êlih Cîhan Tuzun xwest têkildarî aqûbeta Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê ya blokeke wê di erdhejê de xesar dît, raya giştî rast bê agahdarkirin û xwest li heman herêmê nexweşxaneyeke din bê avakirin.    Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê ku di sala 1968'an de wekî Nexweşxaneya SSK'ê ya Êlihê dest bi xizmetê kir, di sala 1998'an de bi çêkirina blokeke pêvekî hat mezinkirin û bi salan li blokên A û B'yê xizmet hat kirin. Lê belê piştî erdheja 6'ê Sibatê ya Mereşê derz li bloka A'yê ketin. PIştî tehlîlan derket holê ku bloka A ya 56 salî derb xwariye û xetereyê dide der. Ji ber vê ev blok di meha Hezîranê de hat avalkirin. Lê Bloka B'yê hê jî xzimeta tenduristiyê didomîne.    Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Êlihê Cîhan Tuzun diyar kir ku nexweşxane di erdhejê de zirar dîtiye û ji ber vê yekê nexweşxane nikare xizmetê bike.    Tuzun diyar kir ku ne diyar e rewşa nexweşxanê dê çawa be û wiha got: “Ji gotinên Walîtiya Êlihê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Êlihê tê fêhmkirin ku biryara hilweşandina avahiyên heyî yên nexweşxaneyê hatiye girtin. Lê hêj ne diyar e rewşa Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê dê çawa be."   ‘DÊ PIRSGIRÊKÊN MEZIN RÛ BIDIN'   Tuzun da zanîn ku girtina Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê ku xizmeta nîvê bajêr dike dê bibe sedema mexdûriyeteke mezin û got: “Di xwegihandina xizmetên tenduristiyê de dê pirsgirêkên cidî derkevin holê. Hejmara nexweşên di beşa lezgîn de tên dermankirin bi qasî serîlêdanên ji bo Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê ye. Diyar e ku li herêma ku Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê lê xizmetê dike hewcedarî bi nexweşxaneyekê heye. Bi girtina Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê re wê barekî mezin li ser Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê çêbibe ku kapasîteya xizmeta tenduristiyê wê gelekî kêm bibe. Ev rewş dê li beşên lezgîn bibe sedema ku nexweş pir bên sekinandin, randevû bi derengî bên xistin û emeliyat bi dernegî bên kirin."    Tuzun destnîşan kir ku divê li cihê ku Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê lê ye, demildest dest bi avakirina nexweşxaneyeke nû bê kirin û got ku divê gel bi awayekî rast der barê aqûbeta nexweşxaneyê de bê agahdarkirin û heta ku avahiya nû temam nebe divê xizmet li cihên ewle bê kirin.