Ji Bahoz Baran berhemeke nû: Qelenê Dinyayê 2024-10-19 09:23:11   AMED - Pirtûka çîrokan a bi navê "Qelenê Dinyayê" a Bahoz Baran ji Weşanxaneya Wardozê der çû. Di pirtûkê de diwazdeh çîrok hene. Nivîskarê bi hûrgulî çavdêrî kiriye, sûda hem ji kesayet hem jî ji zimanê karakterên xwe wergirtiye bi zimanekî zelal û resen bi xwîneran re parve dike.   Bahoz Baran bi berhema xwe ya nehemîn derkete pêşberî xwînerên xwe. Pirtûka çîrokan a bi navê "Qelenê Dinyayê" ku nivîskar Bahoz Baran demeke dirêj e li ser dixebitî, ji Weşanxaneya Wardozê  derket. Baran, pirtûka xwe diyarî nivîskarê romana "Term" Hisên Kemal ku demek berê jiyana xwe ji dest dabû dike.    Di pirtûka ku 138 rûpel e de, diwazdeh çîrok hene. Bêhna ku ji Bîra Min Derneket, Çîroka Paşnavekî, Hostayek li Dinyayê, Birîndarê Dara Gûzê, Serobino, Helbestvana Biçûk û Derewçîn, Tirskovî, Saetsazê li Çarşiya Şewitî, Xezalan di zikê dîya wan de kerûlal dikin, Qelenê Dinyayê, Gencîneger û Nameyên Xapînok; navê çîrokên Bahoz Baran yên di vê pirtûkê de ne.   Çavkaniya çîrokên Bahoz Baran civaka li derûdora wî ye. Karakterên çîrokan jî neferên vê civakê ne.  Nivîskarê ku diyar e bi hûrgulî çavdêrî kiriye, hem ji kesayet hem jî ji zimanê karakterên xwe sûda wergirtiye bi zimanekî zelal û resen bi xwîner re parve dike. Mekanê gelemperiya çîrokên vê berhemê bajêr e; lê têkiliya lehengên çîrokan ji ber bi gund re qet qut nabe; dewlemendiya zimên jî winda nabe: "Bêriya gundê xwe dikir. Wextê ku şewitandibûn jî mîna gelekan nekiribû; xwe dabû ber xanîyê xwe. Temenê wî jê pirsîbûn, taximê diranên xwe derxistibû û dirêjî wan kiribû, eskeran têr lê xistibû û ew xanîyê ku bi destê xwe lê kiribû, li ber çavê wî şewitandibû. Herî pir jî li ber axura xwe û wan amûrên ku êdî kesî ew bi kar nedianîn, peyda nedibûn û mîna ku rojekê koçî dinyayeka din bike û bi xwe ra bibe wir, diket..."   BAHOZ BARAN   Bahoz Baran di sala 1982yan da li navçeya Amedê, li Licê ji dayik bû. Li Amedê li Zanîngeha Dîcleyê beşa perwerdeyê xelas kir. Di sala 2015'an da li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî da dest bi lîsansa bilind kir. Yek ji edîtor û xwedîyên Weşanên Wardozê ye.    Berhemên wî:    * A baş (çîrok) * Derb (çîrok) * Ferhenga Bişaftinê (raman) * Motik (Meselok) * Rêzimana Kurmancî * Qîza Bavê Xwe (çîrok) * Rik (çîrok) * Rêbera Rastnivîsînê (tevî Komxebata Kurmancîyê) * Qelenê Dinyayê (çîrok)   MA / Abdurrahman Gok