Transferiya pereyê ‘xelata’ lîstîka PUBG’ê kirin ‘fînansmaniya rêxistinê’! 2024-10-19 10:12:55   MÊRDÎN - Li Mêrdînê du kes bi hinceta ku di lîstika bi navê PUBG de transfera heqê “xelatê” pêk anîne bi îdiaya “fînansê ji rêxistinê re temîn dikin” hatin girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi îdiaya “temînkirina finansmana rêxistinê” lêpirsînek da destpêkirin. Li Mêrdînê di çarçoveya lêpirsînê de dikandarê bi navê Fîkret Demîrcan û şofêrê TIR’ê Delîl Ozbehçecî 17’ê cotmehê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku lêpirsîn di navbera H.K. yê ku di çarçoveya lêpirsînê de tê darizandin û Demîrcan û Ozbahçecî de ji ber transfera pereyan hatiye destpêkirin. Demîrcan û Ozbahçecî piştî îfadeyên wan hatin girtin ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “temînkirina fînansa ji bo rêxistinê” hatin girtin.    HEQÊ BESTENIYÊ JÎ GUMANBAR HAT DÎTIN    Hat îdiakirin ku di navbera H.K. ê ji dosyeyek din wek “gumanbar” hat nîşandan ku ji “endamtiya rêxistinê” tê darizandin û Demîrcan û Ozbahçecî transfera pereyan hatiye kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de hemû hesabên bankayan ên her du kesan hat lêkolînkirin. Demîrcan ê ku dikana wî besteniyê (dondirme) heye ji ber ku 90 lîre heqê besteniyê ji hesabê wî yê bankayê re hatiye tehsîlkirin, bûye mijara lêpirsînê.    LÎSTIKA BI NAVÊ PUBG GUMANBAR HAT DÎTIN    Li gel bi dehan transferiya pereyan her wiha “heqê xelatê” yê lîstika bi navê PUGB’ê ku li ser înternetê tê lîstin ji hesabên her du kesan re hatiye şandin û ev jî bûye mijara lêpirsînê. Balkêşe ku ji her du kesan pirsa “kî vî pereyî transfer kiriye?” hatiye kirin.    HATIN GIRTIN    Demîrcan û Ozbahçecî duh piştî îfadeyên wan ên li emniyetê sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin. Dozger piştî îfadeyê her du kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kir. Dadgeriyê her du kesan bi îdiaya “temînkirina fînansê ya ji bo rêxistinê” da girtin û şand girtîgehê.    MA / Ahmet Kanbal