Girtiyê nexweş Guler ê girêdayî kursiya biteker bi hinceta 'dibe ku bireve' hat sewqkirin 2024-10-19 10:14:28   HATAY - Girtiyê nexweş Siddik Guler ê 84 salî bi kursiya biteker dikare bigere û nikare bi tena serê xwe lazimatiyên xwe dabîn bike, ji ber nîşeya "Baldar bin! Dibe ku bireve!" ya Wezareta Dadê sewqî Girtîgeha Îskenderûnê hat kirin.    Girtiyê nexweş ê giran Siddik Guler ê 84 salî yê li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ku bi kursiya biteker dimeşe û bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe dabîn bike, di 12'ê Cotmehê de bi hinceta ku "dermankirinê qebûl nekiriye" cardin sewqî Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê hat kirin.    Di biryara Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ya der barê sedema sewqkirina Guler de di biryara "Îadeya ji ber redkirina dermankirinê" wiha hat gotin: "Baldar bin! Dibe ku bireve!"   Di biryarê de daxwaznameya ku hat diyarkirin aîdî Guler e jî cih girt. Di daxwaznameyê de wiha hatiye gotin: "Zêdeyî 2 sal in ez li vê saziyê me. Li vir dermankirina min nemaye. Hemû tişt qediyaye. Min bihîst ku girtîgeha ku ez hatimê ji ber erdhejê hatiye hilweşandin. Ez dixwazim sewqî saziya cezayê ya li Îskenderûnê yan jî li Amedê bêm kirin. Ji min re gotin, gava tu tedawiyê red bikî tu yê di warê tenduristiyê de wiha bibî. Ez dixwazim sewqî girtîgeheke nêzî malbata xwe bêm kirin. Lewma dixwazim sewqî Amedê bêm kirin. Ez dermankirinên ji bo min guncav dibînin qebûl nakim û ez dixwazim vegerim saziya ku ez jê hatime."    'ATK NE BÊALÎ YE'   Endama Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Mehtap Sert ku rojek beriya niha li girtîgehê bi Guler re hevdîtin pêk anî, bertek nîşanî biryara Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a der barê Guler de da. Sert ev tişt gotin: “Sîddik Guler ê ku 2 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa R ya Menemenê dihat dermankirin, bi kursiya bi teker dimeşiya û ji ber kalbûnê piştxzû bûye, bi hinceta ku tedawiyê red kiriye û bi nîşeya 'dibe ku bireve' şandin Girtîgeha Îskenderûnê. Îskenderun Tîpa T ye, ji ber ku ne tîpa R ye ji derve kursiya elektronîk qebûl nake. Siddik Guler 84 salî ye û nikare bi tena serê xwe bimeşe, lê li gor Saziya Tipa Edlî 'ne extiyar e.' Înfaz ji bo Siddik Guler veguheriye cezakirinê. Saziya Tiba Edlî, ji ber ku ne bêalî ye, kesan ne bi tenduristiyê bi awayê sûc dinirxîne."   MA / Hamdûllah Yagiz Kesen